Rojnameyên erebî: Erdogan hewl dide Rûsyayê razî bike

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên îro de behsa rewşa Idlibê, hikumeta nû ya Mexribê û dosyaya çeteyên li Lîbyayê kir.

Rojnameyên erebî: Erdogan hewl dide Rûsyayê razî bike
8 cotmeh, 2021   07:49
NAVENDA NÛÇEYAN

‘ERDOGAN JI BO RAZÎKIRINA RÛSYAYÊ KAXIZAN TEVLIHEV DIKE’

Rojnameya El-Ereb di hejmara xwe ya îro de behsa derketina çeteyên li Idlibê ji bin kontrola dewleta Tirk û hewldanên Enqereyê yên razîkirina Rûsyayê kir û wiha nivîsî: “Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi hempîşeyê xwe yê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re têkiliyên her du welatan û dosyayên herêmî nîqaş kirin. Di demekê de ku Enqere nikare çeteyên tundraw ên alîgirên wê yên li Idlibê kontrol bike, ew yek jî nakokiyên her du welatan zêdetir dike.

Dewleta Tirk piştgiriyê dide çeteyên ku hewl dan Beşar Esed ji hikumê bixin, Rûsyayê jî piştî salên dirêj ên şer, bi piştgiriya xwe hişt heta niha Esed li ser desthilatê bimîne.

Komên çekdar ên piraniya wan cîhadîst in û di serî de Heyet Tehrîr El Şam li Idlibê serwer in.

Dewleta Tirk li ser erdê hin gav avêtin û bi wê yekê hewl da hevalbenda xwe Rûsyayê razî bike û rageşiya li herêmê bi dawî bike, lê belê hîna jî rastî astengiyên mezin tê, wekî tevgera çeteyan ên ji bin kontrol wê derketine.

Çavkaniyên ji Sûriyê ragihand ku hewldanên Tirkiyê hene ku Heyet Tehrîr El Şam tev li ‘Artêşa Nîştimanî ya Azad’ bike û bi wê yekê hewl dide kaxizan tevlihev bike û Rûsyayê razî bike.

Çavkaniyan eşkere kir ku Tirkiye hewl dide ji aloziya xwe ya li Idlibê derkeve, tevlêkirina Heyet Tehrîr El Şam ji artêşê re jî, yek ji wan hewldanan e.

Analîzvan texmîn dikin ku heke Tehrîr El Şam tev li ‘Artêşa Nîştimanî’ bê kirin, dibe ku Rûsya wê yekê di bin navê têkoşîa li dijî terorê de ji bo hedefgirtina hemû herêmên ji derveyî serweriya rejîma Sûriyê bi kar bîne. Pê re dê rewş aloztir bibe û bi hesabên Tirkiyê re li hev nayê.”

‘QRALÊ MEXRIBÊ HIKUMETA NÛ ERKDAR KIR’

Rojnameya Şerq El-Ewsat jî têkildarî rewşa Mexribê wiha nivîsî: “Qralê Mexribê Mihemed El-Sades duh êvarê hikumeta nû ya bi serokatiya Ezîz Exnûş (serokê Partiya Kombûna Nîştimanî ya Azadîxwazan) erkdar kir. Hikumeta nû ji 25 wezîran pêk tê, di nav de 7 jin hene.”

‘PLANA DERXISTINA ÇETEYAN JI LÎBYAYÊ DI 90 ROJAN DE’

Rojnameya El-Beyan girêdayî dosyaya derxistina çeteyan ji Lîbyayê wiha nivisî: “Lîbyayî bendewarê Cinêvê ne ku tê payîn îro civînên komîteya leşkerî ya hevbeş (5+5) planeke giştî ya vekişîna çeteyan, çekdarên biyanî û hêzên biyanî ji Lîbyayê bi dawî bikin. Li gel nîşaneyên pêkhatine lihevkirinekê di navbera aliyên Lîbyayê de, ev daxwaz bûye daxwaza gelê Lîbyayê û qada navneteweyî. Çavkaniyên lîbyayî yên agahdar diyar kir ku civînên ku duh dest pê kirine, di atmosfereke baş de didomin. 

Di civînan de mijarên dosyaya çeteyên biyanî, mekanîzmayên derxistina wan di bin çavdêriya navneteweyî de di demekê de ku 90 rojî derbas nake, bûne mijarên sereke. Her wiha di kongreya ewlehiyê ya Lîbyayê de ku tê payîn di 21`ê Cotmehê de bi tevlêbûneke berfireh a hêzên herêmî û navneteweyê pêk were, dê plana lihevhatinê û mekanîzmaya pêkanînê bi awayekî fermî were ragihandin.”

(cx)