‘Êzidiyan pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê red kir û dê qebûl nekin’

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên destnîşan kir ku peymana 9`ê Cotmehê îradeya civaka êzidî li Şengalê dike hedef. Her wiha teqez kir ku PDK sedema gelek pirsgirêkan e ku êzidî pê re rû bi rû bûn.

‘Êzidiyan pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê red kir û dê qebûl nekin’
8 cotmeh, 2021   06:51
ŞENGAL

9`ê Cotmeha 2020`an hikumeta Iraqê û Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peymanek girêdayî rewşên rêveberî û ewlehî yên li Şengalê îmze kir, bêyî ku nêrîna êzidiyan bigirin an jî xwestekên wan di ber çavan re derbas bikin. Piştî salekê ji îmzekirina peymanê kesên ku îmze kiribûn, nikaribûn bendên wê di pratîkê de pêk bînin.

Şêniyên Şengalê li hember peymanê sekinîn û got "Ew fermaneke bi navê qanûnê ye." Her wiha diyar kirin ku ew derfetê nadin kesên ku dev ji Şengalê berdane, careke din vegerin Şengalê û rewşa wê vegerînin beriya sala 2014`an.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê Azad Hisên der barê peymanê de ji ANHA`yê re axivî û got kesên ku xizmeta şêniyên Şengalê kirin û di rewşên zehmet de bi wan re sekinîn, Rêveberiya Xweser û hêzên leşkerî ne ku çete têk birin.

Azad Hisên destnîşan kir ku peymana di navbera hikumeta Iraqê û hikumeta PDK`ê de hate îmzekirin, ne li gorî berjewendiya êzidiyan e, ji ber wê ew peyman red kir.

ÇIMA NÊRÎNA GELÊ ŞENGALÊ NAGIRIN?

Azad Hisên di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Ji destpêka ku peyman hate îmzekirin ve, her kesî zanîbû ku ew xizmeta civaka êzidî û şêniyên Şengalê yên ji pêkhateyên cuda nake. Ji ber ku ew ne bi nêrîna wan hate îmzekirin û di diyarkirina bendên wê de li wan venegeriyan."

Rêveberiya Xweser a Şengalê di 11`ê Cotmeha 2020`an de daxuyaniyek da û tê de got: "Ji bo me êzidiyan dê ne pêkan be ku em biryarên ji derveyî rêveberiya vê civakê qebûl bikin û em tê de ne çalak bimînin."

Azad Hisên wiha pê de çû: "Çima nêrîna şêniyên Şengalê di îmzekirina peymanê de negirtin? Ji ber ku li dijî îradeya wan û ne ji bo xizmeta wan hate îmzekirin. Ew tenê dixwazin wan girêdayî xwe bikin û biryarên wan ên siyasî ku dûrî berjewendiya civaka êzidî ya Şengalê ne."

Beriya komkujiya Şengalê ku di 3`yê Tebaxa 2014`an de pêk hat, hikumeta Iraqê û hêzên PDK`ê rêveberiya Şengalê di aliyê xizmetguzarî û leşkerî de bi rê ve dibir.  Ji ber qezaya Şengalê ji herêmên ku pevçûn li ser hene, ji aliyê her du aliyan ve hat paşguhkirin bêyî ku tu proje û xizmetên stratejîk ji şêniyên wê re werin pêşkêşkirin.

Piştî ku Mûsil kete destê çeteyên DAIŞ`ê, hêzên Iraqê sînorê Iraqê berdan û bi destpêkirina êrişên çeteyên DAIŞ`ê li ser Şengalê re hêzên PDK`ê jî reviyan bêyî ku li hember wan bisekinin. Ji wê demê ve êzidiyên Şengalê rêgeza xweparastin û Rêveberiya Xweser esas digirin.

Azad Hisên diyar kir ku kesên rewşên ku qezaya Şengalê beriya reva hêzên PDK`ê û piştî wê binirxînin, dê bibîni ka kê Şengal parast û civaka êzidî bi rêxistin kir û ew ji qirkirinê xilas kir.

‘TENÊ DIXWAZIN TEVLIHEVIYÊ DERXIN’

Bi îmzekirina peymanê re, her du aliyan li ser diyarkirina qayîmeqamê Şengalê nakok bûn. Ji ber namzetên ku PDK`ê pêşniyar kirine ku qaşo serbixwe ne, di dawiyê de derket ku girêdayî PDK`ê ne, ji ber wê hikumeta Iraqê ev yek red kir. Ji wê demê ve hewl didin tevlihevî û bêaramiyê li Şengalê derxin.

Hisên destnîşan kir ku rewşên li Şengalê pêk hatin, ne li gorî xwesteka wan bû. Ji ber wê jî bi hemû hêza xwe hewl dan aramî û ewlehiya Şengalê têk bibin û bi hemû rêbazan xwestin tevliheviyê derxin û armanc ji vê yekê jî ew e ku civaka êzidî qir bikin.

Azad Hisên wiha domand: "Dewleta Tirk êrişên xwe ranewestandin. Di bingehê de ew ji vê peymanê ne dûr bû. Ev peyman bi koordîneyeke yekser di navbera dewleta Tirk û PDK, Iraqê de îmze bû.

Endamê Desteya Rêveber a Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên piştrast kir ku êzidiyên ji komkujiya dawî ya Şengalê xilas bûne, ne wekî sala 2014`an in. Azad Hisên got: "Civaka êzidî baş dizane ku berjewendiya wê li ku ye. Baş dizane ku dijmin û hevalê wê kî ne û rastiya planên ku li dijî wê û îradeya wê tên kirin, nas dike. Şengalî dê derfetê nedin kesî ku destkeftiyên di nava salan de bi dest xistine û zehmetiyên ku ji ber vê yekê kişandine, hilweşînin."

‘PDK`Ê GELEK ÊŞ Û ZEHMETÎ JI ÊZIDIYÊN ŞENGALÊ RE ÇÊKIRIN’

Di nava çend salan de PDK`ê gelek pirsgirêk û alozî ji êzidiyan re li Şengalê çêkirin. Azad Hisên got PDK sedema gelek êşên êzidiyan bû, ji wan teqînên navçeya Til Ezîz, Sîba Şêx Xidir ku di encama wê de bi sedan êzidî hatin kuştin. Di wê demê de hêzên PDK`ê berpirsa parastina Şengalê bû û kamyonên bombebarkirî di bendên wê re derbas bûn.

Azad Hisên têkildarî mijarê wiha axivî: "Sedema wêrankirina gundên êzidiyan di çiyayên Şengalê de û hişt êzidî sala 1970`yî gundên xwe yên di çiyayan de berdin û berê xwe bidin kombûnên mezin, PDK`ê bû. Ev yek jî bi koordîneya hikumeta Iraqê bû da ku xetên parastinê yên êzidiyan yên li çiyê têk bibin û wan di deştê de bi cih bikin da ku bi hêsanî şerê wan bikin."

Di sala 1980`yî de jî rê li pêşiya hêzên Iraqê vekir da ku bi hinceta hebûna hêzên pêşmergeyan di çiyayên Şengalê de, çekan ji êzidiyan bikişînin û êzidiyan bê çek bihêlin.

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/KScmlUVOCeQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>