Li bajarê Casim ê bakurê Derayê operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê pêk tên

Hêzên hikumeta Şamê û polîsên Rûsyayê vê sibehê li bajarê Casim û derdora wê yên bakurê Derayê dest bi operasyona kontrolkirin û lêgerîna li malan kir. 

Li bajarê Casim ê bakurê Derayê operasyonên lêgerîn û kontrolkirinê pêk tên
7 cotmeh, 2021   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di çarçoveya pêkanîna lihevkirina di navbera komîteya ewlehiyê ya hikumeta Şamê û rûspiyên Derayê de yên bi navbeynkariya Rûsyayê, hêzên hikumeta Şamê vê sibehê li bajarê Casim û derdora wê yên li gundewarê bakurê Derayê dest bi operasyona kontrolkirin û lêgerînê li hin malan kir.

SOHR'ê duh diyar kiribû ku hêzên hikumeta Şamê xebatên çareserkirinê bi dawî kir û çekên sivik ên li bajarê Casim ê bakurê Dera hatine radestkirin.

Çareserkirina rewşa çekdarên herêmî û sivîlên li Derayê yên ku ji bo xizmeta leşkertiyê tên xwestin, didomin.

(dx)