Balyozxaneya Amerîka: Civînên Cinêvê ji bo çareserkirina dozên Lîbyayê derfeteke

Balyozxaneya Amerîkayê li Lîbya ragihand ku civînên Cinêvê ji bo çareserkirina dozên ewlehî, siyasî û diravî yên Lîbyayê, derfeteke. Her wiha hêvî kir ku komîteya leşkerî ya hevbeş pêşketinên bi dest xistine, dewam bike.

Balyozxaneya Amerîka: Civînên Cinêvê ji bo çareserkirina dozên Lîbyayê derfeteke
7 cotmeh, 2021   09:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Balyozê Amerîka li Lîbyayê Richard Norland diyar kir ku civîna Cinêvê derfetek ku li ser dozên ewlehî, siyasî û diravî yê ku hîna Lîbyayê perçe dikin, li hev bikin.

Balyozxaneya Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twitterê diyar kir ku hêviyên wan hene ku komîteya leşkerî ya hevbeş pêşketinên bi dest xistine, bidomîne.

Nûnerê Naneteweyî yê ji bo Lîbyayê Yan Kobish berê piştrast kiribû ku lihevkirina li ser vekşandina çete û çekdarên biyanî, peyamekeke hêvî bû ji bo gelê Lîbyayê ku dikarin pêşketinan pêk bînin û hilbijartinan li dar bixin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku civîna Cinêvê dê 3 rojan dewam bike û dê rêbazên pêkanîna plana komîteya leşkerî ya ji bo derxistina çeteyan ji axên Lîbyayê, nîqaş bike.

(dm)