Rêxistina jinan a RAWA: Em gelê Efgan minetdarê Ocalan in

Rêber Abdullah Ocalan têkildarî Efganistanê gotibû "Faktora herî zedê bandorê li guherîna Asyaya Navîn bike dê tecrubeya demokratîkbûnê ya li Efganistanê be." Jinên Efgan dibêjin em minetdarê paradîgmaya Ocalan in.

Rêxistina jinan a RAWA: Em gelê Efgan minetdarê Ocalan in
6 cotmeh, 2021   01:51
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Di ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan re 23 sal derbas bûn. Rêber Abdullah Ocalan  ku li girava Îmraliyê di nav tecrîdeke giran de ye, di vê serdemê de bi paradîgmaya xwe wek rêberê gelan hate qebûlkirin.

Nemaze parêznameyên rêber Abdullah Ocalan ku ji bo krîza Rojhilata Navîn çareseriyan pêşniyar dike, ji aliyê gelan ve wek rêya xelasiyê tê dîtin. Rêber Ocalan di parêznameya xwe de qala gelek gel û neteweyan dike, her wiha gelek nirxandinên li ser gelê Efgan jî dike.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku Komploya Navneteweyî ya li dijî wî bi senaryo û êrişên dagirkirina Iraq û Efganistanê ve têkildar e û destnîşan dike ku van êrişan bi operasyona li dijî wî dest pê kiriye.

Rêber Abdullah Ocalan diyar dike ku pêngaveke sereke ya pêkanîna Projeya Rojhilata Navîn a Mezin komploya li dijî wî ye û dibêje: "Dema ku Ecevît digot 'Ez fêm nakim çima Ocalan radest kirin' ne vala bû. Çawa ku Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi gulerebarankirina welîahdê Awisturyayê ji aliyê neteweperestekî Sirb ve dest pê kir, bi operasyona li dijî min re 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn’ dan destpêkirin."

Em bi rêveberên Yekitiya Jinên Şoreşger a Efganistanê (RAWA) re ku ji ber ewlekariyê nekarîn navê xwe bidin, li ser projeyên rêber Abdullah Ocalan ên ji bo azadiya gelê Rojhilata Navîn û gelên Efganistanê û Komploya Navneteweyî axivîn.

‘TU KOMPLO NIKARIN JI RÊYA ŞOREŞ Û SERKEFTINÊ VEGERÎNIN’

Rêveberiya RAWA’yê bal kişand ser Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan û diyar kir ku komplo bi ser neketiye û wiha got: “Li Kurdistanê tevgereke ew çend xurt a pêşverû heye ku tu komplo nikarin wan ji rêya şoreşê û serketinê vegerînin.”

Demeke kin piştî vekişîna Amerîkayê ji Efganistanê piştî 20 salan, Talîbanê piraniya eyaletên li vî welat girtin. Rêber Abdullah Ocalan pêvajoya li Efganistanê pêşbînî kiribû û gotibû: "Valahiya hegemonîk a piştî hilweşîna sîstema Sovyetê bi 'Şerê Cîhanê yê Sêyemîn' re bi hegemonyaya DYA'yê tê tijîkirin. Her wiha dê rê li ber rabûna Çînê veke ku hevrikekî nû yê gengaz e. Armanca pêngava yekemîn a ber bi Efganistanê ve ew bû ku tavilê bikeve nava tevgerê û însiyatîfê bigire da ku Rûsya û Çîn valahiya hegemonîk a li Asyaya Navîn tijî nekin. El Qaîde û Talîban navgînên paravan bûn ku bi vê armancê dihatin bikaranîn. Heke were xwestin di nava 24 saetan de dikarin dawî li wan were anîn. Lê belê ji bo rewabûna şer û hebûna wan divê her tim di rojevê de bûna. Li gorî amadekariyên hatine kirin, pêngava yekemîn a şer bi serkeftî derbas bû."

'SERKEFTIN DIYARÎ TALÎBANÊ KIRIN'

Rêveberên RAWA dibêjin ev ji bo wan ne surprîz e û diyar dikin ku cîhadîst, Talîban û DAIŞ berhema hikumeta Amerîkayê û bi taybetî CIA’yê ne ku bi piştgirîya ISI ya Pakistanê (rêxistina îstixbaratê) tên birêvebirin û têkildarî planên hêzên navneteweyî dibêjin: "Hêzên mezin dema ku pêdiviya wan pê hebe koleyên xwe bi kar tînin û dema ku pêwîst dibînin jî diguherînin. Ya rast, serkeftin diyarî Talîbanê kirin. Lê vê serxwebûnê bêtir bêewlehî, hejarî, xwînrijandin, bêtir nezanî, zîhniyeta şaştir û wêranî anî. Ev serxwebûn di esasê xwe de diyariyek ji Talîbanê re bû ku xwedî zîhniyeteke Serdema Navîn e."

PÊŞNIYARA ÇARESERIYÊ YA RÊBER OCALAN JI BO GELÊ EFGANISTANÊ

Mîna gelek gelan, gelê Efgan jî rastî kedxwariya dîrokî ya dewletên hegemon hatiye. Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku yekane rêya çareseriya vê rewşê, jiyana demokratîk û azad e û dibêje: "Xwestin hem modelên komarparêz, qralparêz û hem jî sosyalîzma reel ên netewedewletbûnê li Efganistanê werin sepandin. Encama wê civakeke Efganî ye ku ji kontrolê derketiye, bê prensîb e û karîna xwedomandinê winda kiriye. Ji bilî teorî û konseptên neteweya demokratîk, zîhniyet û îradeyeke din ku van civakan ji nû ve komî ser hev bike û wan bigihîne jiyaneke azadtir û demokratîk, tune ye. Heta ku pirsgirêkên civakî ji aliyê zîhnî ve neyên çareserkirin, bi rengekî binyadî çareser nabin. Zîhniyeta neteweya demokratîk, ji bo çand û gelên xwedî cihêrengiyeke mezin ji Asyaya Navîn heta Hindistanê çarçoveya herî guncaw a yekpare ye. Her wiha çand û gelên li van deran, eger ne îdeal be, di tevahiya dîrokê de bi jiyana di bin banên siyasî yên konfederal de karîn hebûna xwe biparêzin."

BANDORA RÊBER OCALAN DI BERXWEDANA EFGANISTANÊ DE

Rêveberiya RAWA’yê kêfxweşiya xwe ji bo pênaseya ‘gelê Efgan berxwedêr e’ rêber Abdullah Ocalan tîne ser ziman û got ev yek bi saya rêber Ocalan e û wiha dewam kir: "Li ku derê zilm hebe berxwedan jî heye! Çi Efganistan, Kurdistan, Îran, Tirkiye, Pakistan, Hindistan, Amerîkaya Latîn, DYA an jî Afrîka be. Her çend Kurdistan û Efganistan di aliyê erdnîgarî, çand, ziman, ol û hwd de wekî hev bin jî, rewşên siyasî cuda ne. Ji ber vê yekê, her gelek herêmê ji bo pêşvebirina şoreşa li herêma xwe neçar e rê û rêbazên xwe yên çareseriyê bibîne.

Gelê Efganistanê ev 40 sal e ji şer û tundrawiyê êş kişandiye; hemû komên etnîk ên Xezarî, Tacîk, Peştûn, Ozbek, Nûristanî, Paşayî û gelek ên din. Hemûyan jî heman êş kişandin. Di van 40 salên dawîn de gelê me ji ber êrişa 2 hêzên mezin Sovyet û piştre jî DYA/NATO û destwerdana welatên li herêmê yên wekî Pakistan, Îran, Erebistana Siûdî, dewletên Kendavê û Tirkiyê êş kişand. Yanî mirovên bindest ên li Efganistanê ji hemû komên etnîk in û heman tişt ji bo zaliman jî derbasdar e."

Der barê çareseriya van hemû pirsgirêkan de ku rêveberên RAWA’yê behs kirin, rêber Abdullah Ocalan dibêje "Tecrubeya demokratîkbûyînê ya li Efganistanê dê bibe faktora ku herî zêde Asyaya Navîn biguherîne" û destnîşan dike ku modela xweseriya demokratîk a ku PKK hewl dide di nava KCK'ê de bi pêş bixe, ne tenê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, lê ji bo gelê Efganistanê jî girîng e.

YPJ'Ê ÎLHAM DA JINÊN EFGAN

Çalakiyên jinan ên li dijî Talîbanê yên li eyaletên cuda yên Efganistanê her roj zêdetir dibin. Rêveberiya RAWA dibêje jinên Efgan tecrubeya berxwedanê ya jinên Rojava dişopînin û got:  "RAWA û Partiya Piştgiriyê ya Efganistanê (SPA) 2 rêxistin in ku têkoşîna berxwedana destanî ya jinên Rojava û bi taybetî Kobanê ji gelên Efganistanê re ragihandine. Dema ku çapemeniya Efganistanê nûçeyên li ser berxwedana YPJ û YPG'ê ya li dijî DAIŞ'ê nedît an jî sansur kir jî, di medyayê de yekane organîzasyon em bûn ku ev yek anî ziman û ji bo hevgirtina xwe ya bi gelê Kurdistanê re nîşan bidin, me mîtîng li dar xistin. Piştre di van çalakiyên dawîn de jinan dest bi axaftina têkildarî şervanên jin ên li Kobanê kir û ji xwe re wek îlham dîtin.

'ERDOGAN WEK BAVÊ DAIŞ'Ê YÊ LI HERÊMÊ YE'

Şervanên efsanewî yên YPG û YPJ'ê astengiya herî mezin a li pêşiya hovîtî û desthilata faşîst a Tirkiyê DAIŞ'ê ne û berxwedana wan hemû planên li Bakurê Sûriyeyê guhertin. Heke gelê Rojava li ber van hêzên Serdema Navîn ranebûya, DAIŞ dê îro li herêmê bibûya hêzek û hovîtiya xwe bidomanda. Bê guman Tirkiye bi serkêşiya Hîtlerê serdema me (Erdogan) li herêmê wek bavê çeteyên DAIŞ’ê tev digere. Em difikirin ku formên dewletan ne girîng in, dikarin her nav an jî şêweyekî rêveberiyê hilbijêrin da ku talana xwe bidomînin. Heke welatek ji aliyê komeke sûcdar, zalim û faşîstan ve bê birêvebirin, ne girîng e kîjan şêweyê hikumetê hilbijêrin, ji ber ku hemû komên etnîk û gelan diçewisînin.”

Di salvegera 21'an a Komploya Navneteweyî de bêdengiya navneteweyî tevî sûcên dewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wê ku Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine, dewam dike. Rêveberiya RAWA van êrişên dagirkeriyê şermezar dike û wiha dibêje: "Hikumetên rojavayî gelek caran rewşa gelê Kurd û sûcên ku hikumeta faşîst a Erdogan der heqê wan de pêk anîne, paşguh kirine. Ev hikumet tenê berjewendiyên xwe yên jeopolîtîk û aborî diparêzin. Tevî ku hikumetên xwe wek sembola demokrasî û mafên mirovan bi nav dikin, her tim amade ne bi her hikumeteke dîktator re hevkariyê bikin."

'NEKARÎN PARADÎGMAYÊ TECRÎD BIKIN'

Rêveberiya RAWA der barê tecrîda girankirî ya li ser rêber Abdullah Ocalan de diyar kir ku ew nikarin paradîgmaya Ocalan tecrîd bikin û got: "Hikumeta faşîst a Erdogan ji bo tevgera pêşverû ya Kurd tune bike û bê deng bike, rêbazên qirêjî yên cuda bi kar tîne û tecrîda li ser Abdullah Ocalan jî parçeyek ji vê plana qirêjî ye. Dibêjin ku bi tunekirina birêz Ocalan re dikarin tevgera şoreşger û pêşverû bê deng bikin, lê şaş in. Hêzên paşverû yên li Efganistanê, lîdera RAWA’yê Meena kuşt û difikirîn ku ew ê rêxistina wê ya şoreşger a femînîst biqedînin, lê ew şaş bûn."

Rêveberiya RAWA diyar kir ku rêzdariya hêzên pêşverû û çepgir ên li Efganistanê ji paradîgma û berxwedana rêber Abdullah Ocalan gelek e û wiha lê zêde kir: "Birêz Ocalan şoreşgerek e ku di nava gelan de kok girtiye. Em rêz û qîmetê didin wî. Ji ber berxwedana wî ya li dijî rejîma faşîst a Tirk û ji ber girîngiya wê ya li ser rola jinan a di nava şoreşê de em minetdarê wî ne.”

ANHA