KCDK-E li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûna çalakiyan kir

KCDK-E nerazîbûn nîşanî saziyên navneteweyî  ku li ber bikaranîna çekên kîmyewî ya dewleta Tirk bêdeng in, li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûna hemû çalakiyên bên lidarxistin, kir.

KCDK-E li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga tevlîbûna çalakiyan kir
5 cotmeh, 2021   14:08
NAVENDA NÛÇEYAN 

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî ya ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da û banga tevlîbûna çalakiyên bên lidarxistin, kir.

KCDK-E’yê bibîr xist ku dewleta Tirk a dagirker a li ber berxwedana gerîla têk diçe, encam nagire, serî li her cûre kiryar û rêbazên qirêj ên derhiqûqî û mirovî daye û got: “Li Başûrê Kurdistanê di şerê dike de bikaranîna çekên kîmyewî sûcên şer bê navber dike.  Dewleta Tirk a di şerê li hember gerîlayên Azadiya Kurdistanê de bikaranîna çekên kîmyewî û li hemberî vê bêdengiya NATO, saziyên navneteyî û hêzên din, tê wateya destekkirinê. Artêşa Tirk a yek ji artêşa NATO’yê ye, li gorî standartên şerê navneteweyî tevger nake, şerekî qirêj dike.”

KCDK-E destnîşan kir ku OPCW a saziyeke navneteweyî ye ji lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî erkdar e, lê li ber vê bêdeng e û wiha pêde çû: “Bêdengiya li ber vê, tê wateya çavê xwe li bikaraîna çekên kîmyewî ya Tirk bikar tîne ye.”

Herî dawî KCDK-E’yê bal kişand ser tevlîbûna çalakiyên li dijî bikaranîna çekên kîmyewî yên bên lidarxistin û ev bang kir:

 “Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî wê 6’ê Cotmehê roja Çarşemê li Ewropa, Evûstûralya, Kanada û gelek cihan çalakiyên protestoyî bên kirin. Dîsa wê li pêşiya avahiya OPCW’ê 6’ê Cotmehê saet 14:00’an li Hollandayê çalakiyek bê kirin û banga tevlîbûna xurt li Kurdan û hemû dostên wan dikin.”