Li Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin

Çavkaniyekî xwecihî ji kantona Girê Spî ya dagirkirî ragihand ku li pêşiya firineke kantonê pevçûn derketiye û tê de çeteyekî dewleta Tirk a dagirker gule li 3 sivîlan reşandine û ew birîndar kirine.

Li Girê Spî ya dagirkirî çeteyekî 3 sivîl birîndar kirin
4 cotmeh, 2021   07:58
EYN ÎSA

Li gorî heman çavkanî, çeteyekî “Ketîbeya El-Nuxbe” ya girêdayî dewleta Tirk a dagirker li pêşiya firinekê, pirsgirêk derxistiye. Çavkanî diyar kir ku ji ber tunebûna ard, piraniya firinên kantonê hatine rawestandin.

Çavkaniyê ku ji ber sedemên ewlehiyê navê xwe eşkere nekir, diyar kir ku çeteyê ketîbeya navborî bê ser û ber gule li tabora şêniyan a li pêş firinê reşandine û di encamê de 3 sivîl birîndar bûne.

Navên sivîlên ku birîndar bûne heta niha nayên zanîn.

 (şx)

ANHA