Li herêmê 285 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku li herêmê 285 kesên din bi Koronayê ketine, 9 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes baş bûne.

Li herêmê 285 kesên din bi Koronayê ketin
3 cotmeh, 2021   12:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Tenduristiyê ragihand ku kesên bi Koronayê ketine 169 mêr, 116 jin in û 11 kesên din baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 28 hezar û 550 kes bi Koronayê ketine, 953 kesan jiyana xwe ji dest daye û 2 hezar û 191 kes baş bûne.

(cx)