Avaşîn Misto: Divê gel xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî birêxistin bike

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Avaşîn Misto got, ji bo misogeriya parastina herêmê divê gel xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike û beşdarî dewreyên perwerdeyê bibin.

Avaşîn Misto: Divê gel xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî birêxistin bike
3 cotmeh, 2021   08:02
KOBANÊ – MEYSA EKARÎ

Herêmên Rojhilata Navîn bi giştî û Sûriye bi taybet bi gelek aloziyan re rû bi rû ne. Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji van alozî û şeran bêpar neman. Li aliyekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî dikin û li aliyekî din jî xeteriya DAIŞ'ê hîna dewam dike, tevî ku di Adara 2019`an de li Baxozê hate tunekirin.

Pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di dema pêwîst de, li gorî pîvanên şerê gelê şorşgerî Rêveberiya Xweser ava kir û gelek destkeftî bi dest xistin. Lê dewleta Tirk vê rêveberiya ku nûnertiya demokrasiyê dike wekî xeter li ser faşîzma xwe dibîne. Ji ber vê yekê bi hemû rêbazan êriş dike.

BELAVKIRINA RIHÊ BERXWEDANÊ DI NAVA GELÊ HERÊMÊ DE

Ji rêveberên Akademiya Civaka Demokratîk a herêma Firatê Avaşîn Misto got, ji bo bersivdayîna êrişan, misogeriya ewlehî, aramiya herêmê û azadiya gelê wê, divê gelê herêmê xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike û destekê bide avakirina civaka demokratîk û zane da ku karibe planên dijmin têk bibe.

Avaşîn Misto wiha axivî: "Şerê gelê şoreşgerî li ser esasê rêxistina civakê di hemû aliyan de tê kirin. Ji bo ev yek pêk were divê pîvanê rêxistinkirina civakê di hundir de û ji hemû temen û beşan were pêkanîn, rihê berxwedanê di wan de were belavkirin, her wiha erka xweparastinê were xurtkirin da ku bajarên xwe bi rihê têkoşîn û şoreşgertiyê biparêzin."

Avaşîn Misoto got, divê gel xwe li bajarên mezin birêxistin bike û xwe ji şer re amade bike û wiha domand: "Her wiha divê hemû pêkhate li ser esasê biratiya gelan û jiyana hevbeş xwe bi rêxistin bike. Divê hêzeke pirspor, xwedî rêbaz û stratejiyên aktîv were avakirin da ku karibe herêmê ji êrişên dijmin biparêze."

Avaşîn destnîşan kir ku di şerê gelê şoreşgerî de divê xwe nespêrin hêzên leşkerî û wiha pê de çû: "Lê belê divê her kesek leşker be, perwerde li ser çekan bibîne û karibe bikar bîne. Di şerê gelê şorşgerî de sivîl tune ne, têkoşîn ne tenê bi rakirina çekan e, heman demê bi şerê  bi hemû rêbaz û derfetên ku hebin."

Li gorî Avaşîn Misto, ji bo pêkanîna wî şerî divê aboriya herêmê were xurtkirin, da ku pêwîstiya herêmê were misogerkirin bêyî ku xwe bispêrin tu kesî, her wiha lênerîna tenduristî ji welatî û leşkeran re were peydakirin.

Avaşîn Misto bi domdarî got: "Xurtkirina têkiliyên diplomatîk bi dewletan re pir girîng e da ku raya giştî ya cîhanê xwestekên gel û armancên wî nas bike û çand û zimanê wê yê dayikê were parastin. Her wiha divê mafên ku civakê diparêze û hevgirtina wê di aliyê hundirîn de xurt dike, werin peydakirin. "

Avaşîn Misto îşaret pê kir ku divê jin û ciwan bi awayekî sereke xwe bi rêxistin bikin da ku roleke çalak di civakê de çi di aliyê avakirin, rêxistinkirin û parastinê de, bilîzin.

Avaşîn Misot di dawiyê de bang li gel kir "Xwe li gorî pîvanê şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin bike, beşdarî hêzên xweparastinê an jî avakirina civakê di hemû aliyan de bibe. Her wiha ji bo misogeriya maf û azadiya xwe bixebite û beşdarî dewreyên perwerdeyê bibe da ku asta zanebûn û fikirî pêş bikeve."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q3wZYZfaOUY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>