Zubeyîr Aydar: Têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê dê nefesê bide gelên Rojhilata Navîn

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar destnîşan kir ku hêza herî zêde bi pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" hembêz kiriye, gerîla ye û got "Têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê dê bihêle ku hemû gelên Rojhilata Navîn nefese hildin.

Zubeyîr Aydar: Têkbirina tifaqa AKP-MHP'ê dê nefesê bide gelên Rojhilata Navîn
2 cotmeh, 2021   23:38
NAVENDA NÛÇEYAN – ZANA DENIZ

Bi pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" re ku di 12'ê Îlona 2020'an de ji aliyê Komîteya Rêveber a KCK'ê ve hat destpêkirin, hewldanên ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan dewam dikin. Di salekê de gelê Kurd û dostên wan xwedî li pêngavê derketin.  Li dijî êrişên dagirkeriyê yên desthilata faşîst a AKP-MHP'ê yên li dijî Başûrê Kurdistanê û tecrîda li ser rêber Ocalan berxwedaneke mezin hat meşandin.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr diyar kir ku pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" ku dikeve sala xwe ya duyemîn li gel têkoşîna gelê Kurd berdewam dike.

Zubeyîr Aydar da xuyakirin ku bi destpêkirina pêngavê re dewleta Tirk a mêtinger êrişên xwe zêde kirin û destnîşan kir ku di pêvajoyeke bi vî rengî de ku çarenûsa gelê Kurd tê nivîsandin, ev pêngav girîng e.

Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de ku sala xwe ya yekemîn li pey xwe hişt, li gelek qadan çalakiyên girseyî yên li dijî faşîzm û tecrîdê çêbûn. Hûn vê salê û asta xwedîlêderketina gel a çawa dibînin?

Pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" di 12'ê Îlona 2020'an de dest pê kir. Ev pêngav ji salekê zêdetir e didome. Di çarçoveya pêngavê de bi taybetî li qadên gerîla bi moral û fedakariyeke mezin berxwedan tê meşandin. Ji bo gelê Kurd pêvajoyên bi vî rengî qonaxên girîng in. Dîsa em di serdemeke wiha re derbas dibin ku dijminên me êrişên xwe zêde dikin û tifaqan pêk tînin û êrişên xwe berfirehtir dikin. Tevî ku ev hemû êriş di vê demê de zêde bûn, berxwedan û têkoşîna li dijî vê jî gelekî girîng e. Dijminên gelê Kurd ku her sal êrişên xwe zêde dikin, bi heman derewan dibêjin em ê îsal biqedînin. Lê belê li pêşberî berxwedana gelê me û ciwanên Kurd nikarin xwe ji tunebûnê rizgar bikin. 

Tevî şert û mercên dawîn ên pandemiyê jî, di çarçoveya pêngavê de li Ewropayê her roj çalakî hene. Li Rojava jî bi heman şêweyî çalakiyên girseyî pêk hatin. Di çarçoveya pêngavê de li Bakurê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê jî çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Di 8'ê Adarê û Newrozê de bi milyonan mirovan nîşan da ku wan ev pêngav hembêz kiriye. Li hemberî van hemûyan, dewleta Tirk zexta xwe ya ji bo şikandina vîna gelê Kurd li Bakurê zêde kir. Li dijî gelê me yê sivîl komkujî pêk anîn. Li hemberî van hemû êrişan gel vîna xwe nîşan dide û li cem tevgera azadiyê ya Kurd li ber xwe dide. Dîsa li hemberî êrişên dagirkeriyê yên li dijî şoreşa Rojava gel têkoşîna xwe didomîne û îradeya xwe diparêze.

Bê guman yên ku pêngav herî baş fêm kir û bi heybet pêşwazî kir, hêzên gerîla bûn. Berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê yên li ser Heftanînê li hemû Kurdistanê belav bû. Ji 23’yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker êrişî Metîna, Zê û Avaşînê dike û berxwedan jî li wan herêman berdewam e. Peyama ku gerîla li Zendûrayê da, rêya şopandinê nîşanî hemû gelê Kurd da. Gelê Kurdistanê îradeya xwe ji wê berxwedanê digire.

Piştî pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" êrişên faşîzma AKP-MHP'ê li her derê zêde dibin. Bi taybetî li hemberî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, em şahidiya berxwedaneke mezin a gerîla dikin. Di vê pêngavê de bandora berxwedana gerîla çi bû?

Îro gerîla li dijî dewleta Tirk a faşîst a mêtinger û teknîka NATO'yê berxwedaneke biheybet dimeşîne. Bi van êrişan re ji gelê Kurd re peyama qirkirinê hat dayîn. Lê li berxwedana gelê Kurd û ciwanên wan qelibîn. Dewleta Tirk a faşîst a mêtinger di nava 3 mehan de armanc dikir ku bikeve Qendîlê. Rastî wisa nebû, gelê Kurd bi gerîlayên xwe re li her qadê li dijî mêtingeran li ber xwe da. Bi dehan lehengên bênav, bedena xwe ji bo gelê xwe kir mertal û nîşan da ku qirkirina ji aliyê dewleta Tirk ve tê xwestin, nikare bê kirin.

Tevî hemû bêderfetiyên gerîla jî, berxwedana wan a li dijî teknîka herî giran çêbû lê me nekarî wê baş ragihînin. Di serî de kêmasîya me ev e. Berxwedana encamgir ji bo gelê Kurd bûye moraleke mezin. Berxwedanê dijminên gelê Kurd tirsandin. Li pêşberî berxwedanê nekarî bi pêş ve biçin, dewleta Tirk û rêveberiya wê tifaqa AKP/MHP'ê ji aliyê siyasî ve dest bi helînê kir. Dewleta Tirk a faşîst bi êrişên xwe hemû muxalîf tepisandin. Yekane hêza ku li dijî zilma dewleta Tirk a faşîst li ber xwe dide, tevgera azadiyê ya Kurdistanê û dostên wê ne.

Ev gel û têkoşîna gerîla, li dora felsefeya rêber Apo bûye yek û dê bi ser bikeve. Divê em rewş û pêvajoyê baş bixwînin. Vê tevgerê di sala 1984’an de dest pê kir û bê navber didome. Heke em dibêjin "Dem Dema Azadiyê ye" divê em ê li gorî wê tê bikoşin. Em ê pêwîstiyên vê pêngavê re pêk bînin û wisa tê bikoşin.

Heke em ji eniya hêzên demokrasiyê ve li pêngavê binêrin, li gorî baweriya we tevlêbûna li vê pêvajoyê û têkoşîna hevpar a gelê Kurd re têra xwe derketiye holê?

Gelê Kurd û hêzên azadiyê li dora felsefe û paradîgmaya ku rêber Apo afirandiye, bûne yek û êdî li Rojhilata Navîn û li gelek qadan xwe nîşan dane. Vê tevgerê xwe di hêzên demokrasiyê de nîşan da.  Di warê tifaq û meşên hevpar ên bi hêzên demokrasiyê re, em negihaştin asta ku tê xwestin. Di vê çarçoveyê de xebatên şênber tên meşandin. Tifaq û rêbazên têkoşînê yên ku berê li Rojhilata Navîn dihatin kirin, nikarin bibin bersiva çareseriya krîzê. Di vê çarçoveyê de divê tifaqên nû pêk werin. Hin tevgerên li Rojhilata Navîn tenê ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî tê dikoşin. Yek ji erk û berpirsyariyên me yên herî bingehîn e ku di çarçoveya pêngavê de bi hêzên demokrasiyê re li hev bicivin.

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li dora HDK û HDP'ê gavên şênber hatin avêtin. Li gorî perspektîfa tevgerên şoreşger tifaq hatin avakirin. Lê belê, tevî van jî di asta tê xwestin de, kêm e. Li ser derketina tevgereke mezin a demokrasiyê divê em bêhtir bi israr û têkoşer bin. Heke em bikarin tifaqa mezin a demokrasiyê pêk bînin, em dikarin faşîzmê jî têk bibin.

Armanceke bingehîn ên pêngavê jî ew bû ku di çarçoveya yekitiya neteweyî ya Kurd de têkoşîn li tevahiya gelê Kurd belav bibe. Tevgera Azadiyê ya Kurd jî bang li hêzên kurdistanî kir û got "Li dijî zîhniyeta faşîst bi ruhê yekitiya neteweyî têkoşînê mezin bikin." Lê belê hêzên mîna PDK'ê hevkariya bi dewleta Tirk re domand. Ev yek divê çawa bê dîtin û xizmetê ji kê re dike?

Em jî di çarçoveya pêngavê de ji bo mîsogerkirina yekitiya neteweyî dixebitin. Bi gelek partî û tevgerên kurdistanî re hevdîtin tên kirin. Lê belê em nikarin bibêjin ku em di nîqaşên xwe de gihaştine encamekê.

Dikarim bibêjim ku ruhê yekitiya neteweyî di nava gelê Kurd de hatiye afirandin. Ez nikarim bibêjim heman tişt di navbera partiyan de heye. PDK ku serkêşiya hin partiyên Kurdistanê dike, bi dijmin re hevkariyê dike, berjewendiyên xwe yên malbatî ji gelê Kurd bilindtir dibîne. Ev yek zirarê dide yekitiya neteweyî ya Kurd û hem jî xizmetê ji dijmin re dike.

Her kes dizane ku dewleta Tirk a faşîst dijmin e. Li ser çar parçeyên Kurdistanê êrişan pêk tîne. Êrişî Rojava dike. PDK bê şerm dibêje ew hê jî dostên herî nêz ên dewleta Tirk û Erdogan in. Ev rewşa PDK'ê nayê qebûlkirin. Di êrişa dawî ya dewleta Tirk a li ser Metîna, Zê û Avaşînê de, hêzên taybet ên PDK'ê li van herêman bi cih bûn û her ku dewleta Tirk asê dima, dagirker rizgar kirin.   Gerîlayên ku li lûtkeya Zendûrayê jî li ber xwe didin, roja 2'yê Hezîranê peyamek da û tê de got dijmin nikare li hemberî wan bi pêş ve were. Ew hêza gerîla ya 6 kesan pêk dihat, dikarî dijmin bide vekişandin. Lê di 5'ê Hezîranê de li dijî vê hêza gerîla hêzên PDK'ê şandin wê herêmê. Piştre jî gerîlayan bi hev re têkilî winda kir. 16’ê Hezîranê hêzên gerîla şehîd bûn. PDK'ê careke din nîşan da ku ew bi dijminên gelê Kurd re kar dike. Gelê Kurd dê vê rewşê tu carî qebûl neke.

Di nava YNK'ê de krîzek heye. Em ji vê krîzê pir aciz in. YNK dê ji vê krîzê zirarê bibîne û gelê Kurd jî dê zirarê bibîne . Em hêvî dikin ku ev krîz bi dawî bibe û bi awayekî aktîftir xebatên xwe bidomînin. Tevî vê yekê jî dê di çarçoveya yekitiya neteweyî de xebat bidomin. Yên ku li dijî gelê Kurd bi dijmin re hevkariyê dikin, dê ji aliyê gelê Kurd ve bên eşkerekirin. Gelê me dê di vê çarçoveyê de helwesta xwe ya li dijî hevkariyê nîşan bide.

Di sala duyemîn a pêngavê de Kurdan pêşxistina xweparastinê xistiye rojeva xwe. Di çarçoveya pêngavê de ji bo ku xweparastin bi pêş bikeve, çi dikare bê kirin?

Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de, xweparastin gelekî girîng e. Gelê Kurd ku li çar parçeyên Kurdistanê bi gefa êrişan re rû bi rû ye, divê di her wateyê de parastina xwe geş bike. Xweparastin ne tenê ji aliyê fîzîkî ve, di heman demê de li dijî her şêwe tunekirin, înkar, asîmîlasyon, qirkirina çandî têkoşînek e. Li Rojhilata Navîn pêwîstiya gelê Kurd ji her kesî bêhtir bi xweparastinê heye. 

Dewleta Tirk a faşîst ji bo xweparastina me tune bike êriş dike. Dixwaze me bê îrade û bê parastin bihêle. Li hemberî vê yekê divê em li her qadê xweparastina xwe xurt bikin. Jin û mêrên leheng ên gelê Kurd divê berê xwe bidin çiya û tev li xweparastinê bibin. Di vê pêvajoyê de xweparastin karê me ya herî pêşîn e. Ji bo parastina siberoja xwe, zimanê xwe û çanda xwe pêwîstiya me bi vê heye. Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de em ê di demên pêş de bêhtir li ser xweparastinê bisekinin.

Komplo dikeve salvegera 23’yan. Ji bo pûçkirina komployê û azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan rol û mîsyoneke çawa dikeve ser milê kê?

Dewleta Tirk a faşîst êrişên xwe yên li dijî pêşeng û rêberên gelê Kurd didomîne. Di vê çarçoveyê de di 9'ê Cotmeha 1998'an de dewleta Tirk bi komployeke navneteweyî Rêbertiya me kir hedef. Komplo 23 sal in didome. Di çarçoveya pêngava "Dem Dema Azadiyê ye" de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo em ê li her derê bixebitin.

Di salvegera 23’yan a Komploya 9'ê Cotmehê de divê gelê me li her derê bi awayekî aktîf tev li plansaziyê bibe. Li Ewropayê dê di 2'yê Cotmehê de gel li qadan be. Di çarçoveya pêngavê de em ê têkoşîna xwe ya ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ap bidomînin. 

Rêber Apo ne şexsek an jî rêberê tevgerekê ye. Rêber Apo êdî rêberê hemû gelan e ku wek îrade qebûl dikin. Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Apo bi hembêzkirina berxwedana ku ev 23 sal e derxistiye holê, divê em li her qadê bêhtir têkoşînê bidin meşandin. Ev yek ji bo gelê Kurd berpirsyariyeke mirovî û siyasî ye.

Dema armancên vê pêngavê bi ser bikevin, dê bandoreke çawa li aştiya Rojhilata Navîn û Şerê Cîhanê yê Sêyemîn bike?

Wek gelê Kurd armanca me ya destpêkê têkbirina tifaqa AKP-MHP’ê ya Ergenekonê ye. Ji holê rakirina vê zîhniyeta faşist dê bihêle ku hemû gelên Rojhilata Navîn nefesekê hildin. Tê wê wateyê ku li her çar parçeyan êrişên li ser Kurdistanê bi dawî bibin. Hilweşîna zîhniyeta faşîst dê rê li ber têkoşîna demokratîk veke. Di vê çarçoveyê de ne tenê rejîma faşîst a AKP-MHP'ê, divê rejîmên faşîst ên li welatên din jî ji holê bên rakirin. Ev pêngav dê ji bo demokratîkbûna herêmê bingeheke mezin ava bike.

Bang li jin, mêr û ciwanan dikim; li ser me êrişên dewleta Tirk a faşîst didomin, lewma divê ewladên ciwan ên gelê Kurd tev li hêzên xweparastinê bibin û axa xwe biparêzin. Divê hemû nirx û destkeftiyên şoreşê bên parastin. Divê her kes peywira xwe bi cih bîne. Divê gelê me li her derê beşdarî pêgava "Dem Dema Azadiyê ye" bibe û ji bo misogerkirina azadiya fîzîkî ya rêber Apo cihê xwe di nava tevgerê de bigire. Ji bo çareseriya pirsgirêk û krîzên li çar parçeyên Kurdistanê jî dikarin bang li hêzên demokrasiyê bikin û bi diyaloga li gel tevgera azadiyê re roleke aktîf bilîzin. Divê gelê Kurd û dostên wan li hemberî êrişên dagirkeriyê pêngavê zêdetir hembêz bikin û aktîftir bin.

ANHA