Li Şengalê gel li dijî hewldanên artêşa Iraqê û PDK’ê daket qadan

Hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê bi hinceta hilbijartinan hewl didin bikevin Şengalê. Gelê Şengalê li hember vê hewldanê daket ser rê û qadan.

Li Şengalê gel li dijî hewldanên artêşa Iraqê û PDK’ê daket qadan
2 cotmeh, 2021   08:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji saetên sibehê ve liv û tevger a hêzên çekdar ên PDK’ê û artêşa Iraqê li derdora Şengalê didome. Li hember van hewldanan gelê Şengalê jî daket ser rêyan û niha li Şengalê rewşeke awarte heye.

Rojnewsê ragihand ku ji serê sibehê ve li derdora Şengalê, liv û tevgereke berfireh a hêzên PDK’ê û artêşa Iraqê ve heye ku bi hinceta hilbijartinan bikevin Şengalê.

Hate zanîn ku PDK’ê bi hêzên xwe amade kirine û hêzên artêşa Iraqê jî li derdora Şengalê li gelek cihan belav bûne. Gel jî li ser rêyên sereke yên ji Başûrê Kurdistanê derbasî Şengalê dibin, kom bûne. 

Çekdarên bi ser PDK’ê ve yên bi serkêşiya Qasim Şeşo jî di nav liv û tevgerê de ne û li derdora goristana Şerfedînê belav bûne.

Her wiha gel li nuqteyên kontrolê yên asayîş, meclisa gel û rêyên sereke di nobeta berxwedanê de ye.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IsRbl_f96TI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>