​​​​​​​Ji dema têkçûna Baasê ve çima rejîma Iraqê nebû rizgariya iraqiyan?

Iraq xwe ji bo hilbijartinên 10’ê Cotmehê amade dike. Ji dema hilweşandina rejîma Sedam Hisên ve 5 caran hilbijartin hatin lidarxistin, lê her tim encam heman. Sedema vê yekê pergala parvekirinê ye ku Iraqê bi rê ve dibe û hevrikiya hêzan a li ser bingeha mezhebî û etnîk e.

​​​​​​​Ji dema têkçûna Baasê ve çima rejîma Iraqê nebû rizgariya iraqiyan?
2 cotmeh, 2021   06:54
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Zêdetirî 3 hezar û 200 namzet xwe ji bo hilbijartinên bê yên parlamantoya Iraqê amade dikin. Ji ber hikumeta di Gulana 2020’an de li şûna hikumeta Adil Ebdulmehdî hatiye ser desthilatê ku di bin zexta xwepêşandanan de îstîfa kiribû, soza pêkanîna wê dabû.

Diviyabû hilbijartin di sala bê de li dar biketana, lê biryara lidarxistina wan di demeke pêşxwest de ji bo razîkirina xwepêşandêran hat dayîn. Xwepêşandêr di 2019’an de ji ber belavbûna gendeliyê û lawaziya xizmetguzariyan daketibûn qadan.

Komseriya Hilbijartinan a Serbixwe bang li 25 milyon hilbijêran kir ku beşdarî hilbijartinên pêşwext bibin ku di encamê de dê 329 parlamenter dê werin hilbijartin, jê ji sedî 25 jin in.

Hilbijartin dê di 10’ê vê Cotmehê de li gorî qanûna hilbijartinan a nû ya daîreyên hilbijartinan li dar kevin. Ji ber vê yekê namzet dikarin li gorî hejmara niştecihên her daîreyekê namzetiyê bikin.

Li gorî daneyên fermî yên Iraqê rêjeya beşdariya di hilbijartinên 2018’an de ji sedî 44.52 bû û piranî aliyan got ev hejmar ji hedê xwe zêdetir e.

Di van hilbijartinan de hevrikên xwedî taybetmendiyên mezhebî û neteweyî hene.

HÊZÊN ŞÎE

- Şepela El-Sedr a ku hilbijartinên borî (Hevbendiya Saîrûn) bi rê ve biriye, tê payîn ku ew bloka herî mezin di parlamentoyê de be, lê hewl dide ji komên ku yekser nêzî Îranê dûr bikeve.

- Hevbendiya El-Fetih a ku baskê siyasî yê komên alîgirên Îranê ye ku Hadî El-Amirî bi rê ve dibe.

- Hevbendiya Hêzên Dewleta El-Wetenî ku tê de serokwezîrê berê Heyder El-Ebadî û oldarê şîe Emar El-Hekîm hene.

- Îtîlafa Dewleta Qanûnê ya bi serkêşiya serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî.

BLOKÊN SUNNÎ

- Hevbendiya Teqedum ku serokê parlamentoyê Mihemed Helbosî bi rê ve dibe.

- Hevbendiya Ezim a bi serkêşiya Xemîs El-Xencer ê nêzî dewleta Tirk ku bi hêzên alîgirên Îranê re li dijî El-Hebûsî bû hevalbend.

HÊZÊN KURD

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku hikumeta Başûrê Kurdistanê kontrol dike û li paytexta Hewlêrê ye. Li aliyekî din Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) ku li Silêmaniyê serwer e.

‛NAMZETÊN LI GORÎ DAXWAZÊN WELATIYAN TUNE NE’

Girêdayî mijarê lêkolîner û nivîskarê iraqî Dr. Cewad El-Beydanî got: "Nirxandina hilbijartinan ji dema 2005’an û heta vê demê cur bi cur in, hin nirxandinên erênî hene û hin jî yên neyînî hene. Lê tê de hinek demokrasî hebû ku dihişt welatî nûnerê xwe di parlamentoyê de hilbijêrin. Lê binketinên li pey hev ên parlamentoyê hişt ku welatî wê wek tecrubeyeke neyînî binirxînin. Heke parlamenter an jî encamên erênî ji gel re pêşkêş bikin, wê demê gel dê bibêje tecrube erênî ye, ji ber xizmetî gel dike, lê gel vê hilbijartinê wek tecrubeyeke neyînî dibîne ji ber ku hin kesên nekêrhatî gihaştin parlamentoyê."

Têkildarî namzet û hevbendiyên siyasî El-Beydanî wiha axivî: "Min namzetek nedîtiye ku nasnameya welatiyan îfade bike. Tenê namzet nasnameya bloka xwe ya siyasî yan jî girêdana etnîk îfade dike. Ew nasnameyeke nîştimanî ya giştî îfade nake. Hilbijartinê rê li pêşiya tevlêbûneke rastîn venekir. Ez di wê baweriyê de me ku hevbendiyên siyasî wek xwe dimînin. Lê ez bala xwe didimê ku blokên şîe ku tiştek ji welatiyan re pêşkêş nekiriye, dê wan blokên din lawaz bikin û dê encamên zeîfbûna wan blokan bandor li rewşa welatiyên li parêzgehên naverast û başûrê welêt bikin."

Serokê Şepala El-Sedr a Iraqê Muqteda El-Sedr, Partiya Komunîst û şepêlên dîtir destpêkê hilbijartin boykot kirin, lê piştre ji biryara xwe vekişîn.

Girêdayî vê yekê El-Beydanî wiha anî ziman: "Heta blokên ji hilbijartinan vekişîne, ew tê de mane, ji ber ku navên wan di komseriya hilbijartinan de hatin tomarkirin û her tişt bi dawî bû. Vekişîn û veger, manewrayeke siyasî ya tevahî partiyên vekişî bû. Ji ber namzetên xwe kirin lîsteyeke diyar, yanî ew hewl didin bi gotina ku ew bi welatiyan re ne, bandorê li wan bikin."

El-Beydanî wiha lê zêde kir: "Dibe ku El-Sedr di hin fişaran re derbas bûbe yan jî bi nêrînekê ne bawer be, lê ez difikirim ku ev vekişandina manewrayeke siyasî ye û armanca wê dengên zêde bi dest bixe."

‛PIŞTEVANIYEKE MEZIN A GEL JI EL-SEDR RE HEYE’

Têkildarî şepela herî xurt û bi şens El-Beydanî ev tişt got: "Piştevaniyeke mezin a gel ji Şepela El-Sedr re heye, ew jî li naverarast û başûrê Iraqê ye."

Lê girêdayî şepêlên ku nûnertiya parêzgehên xwedî piraniyeke sunnî ye mîna Mûsil, Enbar û Selahedînê, El-Beydanî da zanîn ku di navbera Ezim û Teqedum de hevrikî heye û her du jî wekî hev in, lê di van hilbijartinan de dê pêşketineke mezin çêbe.

‛BEŞDARIYA SUNNIYAN DÊ JI YA ŞÎEYAN ZÊDETIR BE’

Li ser vê yekê El-Beydanî got: "Dê sunnî dengên zêde hildin. Ji ber ku dê beşdariya wan zêde be. Sedema wê jî ew e ku parlamenterên sunnî û wezîrên wê li parêzgehên rojava destkeftî pêk anîn, mîna li Mûsil, Enbar û Selahedînê. Di heman demê de gelek şîe dê tev li hilbijartinan nebin. Ev tê wateya ku dê bi awayekî mezin bi bin bikeve. Ez bawer dikim ku dê di parêzgeha Bexdayê de hejmara parlamenterên sunnî zêde be, her wiha li Mûsil heta li Besrayê jî û li şûna parlamenterekî dê 2 parlamenter bin. Sedema wê yekê jî ew e ku li Mûsilê 3 parlamenterên şîe hene. Dibe ku parlamenterên şîe di wergirtina kursiyan de bi bin bikevin. Ji ber ku gelek şîe dê tev li van hilbijartinan nebin."

El-Beydanî wiha pê de çû: "Tiştê nû ew e ku blokên sunnî dê gelek dengên nû û kusrî bi dest bixin. Dê di van hilbijartinan de dê rêjeya mezin a dengan a şirîkên welêt ên sunnî bin û dê rêjeya şîe bi awayek ber bi çav kêm bibe. Sedem jî ew e ku parlamenter û wezîrên şîe nikarîn pêdiviyên welatiyan ên besît peyda bikin."

Pirsgirêka mezbehî ya li Iraqê ji taybetmendiyên xebata siyasî ya Iraqê ye piştî êrişa Amerîkayê ya 2003’yan.

Li ser kotaya mezhebî lêkolînerê Iraqî El-Beydanî wiha berdewam kir: "Dê kotaya mezhebî hebe, lê piranî blok li parêzgehên rojava ne û dê piranî welatiyên şîe fişarê bikin. Ez bawer dikim ku dê gelek şîe dengê xwe bidin nûnerên sunnî. Ji ber tu xêr ji parlamenterên xwe yên deng danê, nedîtine. Dê kota bimîne, ji ber hêzên dagirkeriya Amerîkayê û dagirkeriya Îranê zemîna siyasî ya li Iraqê ava kir."

‛GUHARTIN DÊ PÊK BÊ’

Li piranî herêmên Iraqê xwepêşandanên gel ên bi navê “Şoreşa Tişrînê” li dar ketin, li ser vê yekê El-Beydanî bloka siyasî ji berdewam şoreşê hişyar kir û wiha domand: "Heke blokên siyasî bi vê xapandinê berdewam kir, ne diyar e di kîjan kêliyê de şoreş li dar bikeve."

El-Beydanî destnîşan kir ku ew di wê baweriyê de ye ku dê hin guhartin di 2022’yan de çêbibin, ev jî ne hest an jî angaştek e. Lê belê xwe dispêre şopandina bûyerên siyasî. Ji lew re xema serokwezîr avakirina rêyan û guhartina hin bajarên di parêzgeha navîn û başûr de ye ku welatiyan pê bihesîne dewlet bi wan re ye. Niha piranî avakirin di herêmên rojav de ye, lê parêzgehên başûr ku ji sedî 91 aboriya Iraqê ji wir tê,hatine paşguhkirin û tevahî avakirin li parêzgehên Selahedîn, Enbar û Mûsilê ye.

El-Beydanî da zanîn ku ev yek ji ber fişarên dagirkeriya Tirk û dagirkeriya Îranê ye. Ji ber Îran dixwaze parêzgehên sunnî bi dest bixin. DYA’yê jî hewl dide wan razî bike ji ber baregehên wê niha li herêma Başûrê Kurdistanê û li wan parêzgehan in. DYA`yê ji ber êrişên milîsên girêdayî Îranê bawer nake ku baregehên wê li naverast û başûrê Iraqê ewle bin.

Li ser destwerdanên derve ên li xebata siyasî ya li Iraqê lêkolînerê Iraqê El-Beydanî wiha anî ziman: "Îran dînamoya bingehîn a xebata siyasî ye. Serokwezîr nikare gavekê bêyî erêkirina Îranê bavêje. her wiha serokkomar jî wisa ye. Tevahî blok û partiyên siyasî nikarin bêyî Îranê tiştekî bikin. Bi wê re Îran xwedî biryar e û balyozê Îranê nûnertiya serokwezîr dike û heta nûnertiya xebatên siyasî dike."

Sedema vê yekê li gorî El-Bedanî ev e: "Baskên çekdar ên girêdayî Îranê ye li Iraqê ne. Ev bas mîna çembereke kujer e ku rê li pêşiya her pêşketinekê li welêt digire. Nîvê budceya Iraqê Îran dibe. Îran û heta DYA`yê jî nahêlin stasyon kehrebeyê werin avakirin."

Li ser bandora nakokiya di navbera Amerîka û Îranê de li ser Iraqê El-Beydanî eşkere kir ku di navbera her duyan de hevkarî û koordîne heye. Her wiha diyar kir ku tu nakokî di navber her duyan de tune ye, ji ber DYA’yê bi Çînê re nakok e û dixwaze Îranê ji Çînê û Rûsya qut bike. Li gorî El-Beydanî ev fişare mezin a DYA`yê ku niha pêk tîne. Êdî hewl dide têkiliyan bi Îranê re baş bike. Delîla wê jî, fermanên ku dide hevalbendên xwe yên li Erebistana Siûdî, Urdun û Misirê. Êdî navenda wezîrê karên derve yê Iraqê bûye qubleya rayedarên ereb da ku bi Îranê re li hev werin.

‛DEWLETA TIRK LI GORÎ BERJEWENDIYA AMERÎKAYÊ TEV DIGERE’

Têkildarî dagirkeriya Tirk El-Beydanî wiha domand: "Dagirkeriya Tirk ji hêla dagirkeriya Amerîkayê ve rewa ye. DYA heke bixwaze dewleta Tirk û Îran ji Iraqê derkevin, dikare bi gotinekê re vê yekê bike. Ji ber ku dewleta Tirk hevalbenda stratejî ya DYA’yê ye û heta niha DYA`yê pereyên mezin dide dewleta Tirk. Dema ev alîkarî li ser Tirkiyê qut bike dê aboriya wê hilweşe. Ji lew re gotina DYA û bi dewleta Tirk re nakok e, ev ne rast e, ya rast ew e ku dewleta Tirk di bin fişarên Amerîkayê de tev digere."

Girêdayî vê yekê El-Beydanî ev tişt got: "Tirkiye bi fermana Amerîkayê li Efganistanê ye. Her wiha avakirina dîwarekê bi Îranê re bi fermana Amerîkayê ye, destwerdana wê ya li Iraqê jî bi fermana Amerîkayê ye. Heta tevgerên dewleta Tirk ên li hember QSD’ê bi fermanên Amerîkayê ne. DYA’yê mejiyeke stratejîk li hember kesên dîtir bi kar tîne ku  pêdiviya wan bi Amerîkayê heye. Ew tevahî hêzên derve yên ajan ên girêdayî xwe bi kar tîne da ku fişarê bike û destkeftiyên stratejîk ên nû bi dest bixe. Li Iraqê jî ev yek kir û gelek destkeftî bi dest xisitn."

‛DEMOKRASÎ Û PARASTINA SERXWEBÛNÊ ÇARESERÎ YE’

Lêkolîner û nivîskar Dr. Cewad El-Beydanî çareyek ji welatê xwe re pêşkêş kir û wiha dawî li gotina xwe anî: "Çare di avakirina dewleteke demokrat de ye ku xwe bispêre bingeha xizmetkirina welatiyan, avakirina binesaziya aborî, civakî, çandî û siyasî, di heman demê de li gorî stratejiyekê aloziyan çareser bike ku serxwebûna Iraqê biparêze. Rolek di sepandina ewlehiyê li cîhanê bilîze. Hevbendiyên xwe pêş bixe. Hevbendî û dagirkirin heye. Dibe ku em karibin hevalbendiya bi Îran, Tirkiye û Rûsyayê re yan jî bi DYA`ê re çêkin, lê dagirkirin heye û tu hevalbendî tune ye."

(fr)

ANHA