Kurdiyar Dirêî: ENKS`ê koletiyê ji gelê Efrînê re dixwaze

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî diyar kir ku ENKS ajandeyeke dewleta Tirk a dagirker e, ji ber vê yekê talankirina gelê Kurd xwezayî dibîne û got “Ji bo vegera li Efrînê jî koletiyê ji gelê Efrînê re dixwaze.”

Kurdiyar Dirêî: ENKS`ê koletiyê ji gelê Efrînê re dixwaze
2 cotmeh, 2021   03:10
QAMIŞLO – SÎMA BIROKÊ

Encumena Nîştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Rojavayê Kurdistanê pergala xweseriyê qebûl nake, li aliyekî din ji bo derxistina fitneyê û reşkirina Rêveberiya Xweser xwepêşandanan li herêmê organîze dike. Her wiha sûcên dewleta Tirk a dagirker nabîne û banga vegerê li gelê Efrînê dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê Kurdiyar Dirêî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ENKS di destpêkê de qaşo armancek ji xwe re diyar kiribû ku ew jî ‘Kurdistana Sûriyê’ bû lê bi demê re ev armanc jî wek dirûşm hat bikaranîn û got: “ENKS`ê ji bo şoreşa Rojavayê Kurdistanê tu xebat nekirine.”

Kurdiyar Dirêî diyar kir ku piştî derketina aloziya Sûriyê û avakirina opozîsyona Sûriyê, dewleta Tirk a dagirker ji bo armancên xwe xwest hin aliyan bi kar bîne û xwest Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê têk bibe.

‘ENKS TALANKIRINA GELÊ KURD XWEZAYÎ DIBÎNE’

Kurdiyar Dirêî da zanîn ku ENKS`ê xwe tev li opozîsyona Sûriyê kir û wiha dewam kir: “Bi vê rêyê derbasî ajandeya dewleta Tirk bû. Dewleta Tirk jî di dîrokê de di têkbirina şoreşan û bikaranîna kesayetan de, tecrubeyên xwe hene.”

Dirêî got: “ENKS ketiye nava gelek belgeyên îstixbaratên dewleta Tirk, êdî nikare xwe vekişîne, ji ber vê neçar maye wekî wan tev digire. Mînaka vê yekê jî ENKS talankirina gelê Kurd xwezayî dibîne, ji ber ku şert û mercên dewleta Tirk li ser xwe qebûl kirine.”

Dirêî têkildarî tevgera ENKS`ê ya li Rojava diyar kir ku rojekê jî endamên ENKS`ê serdana goristaneke Rojavayê Kurdistanê nekiriye, lê li Efrîna dagirkirî serdana gorên çeteyan dikin û wiha domand: “Ev yek ji gelê me re zelal bûye ku ENKS li gorî dewleta Tirk tev digere.”

Kurdiyar Dirêî xuya kir ku tevî dagirkeriya dewleta Tirk jî ENKS nabêje dewleta Tirk dagirker e, dema behs dike jî tenê dibêje hin “kiryar” li wan herêman hene lê ne bi giştî û dever rizgarkirî ye û got: “Cihê pêkenînê ye, dibêje em ê ji dewleta Tirk bixwazin ku destwerdanê bike. Ma aliyê ku bi plana van kiryaran li Rojava pêk tine, dewleta Tirk e.”

‘ENKS NIKARE GAVÊN NETEWEYÎ BIAVÊJE’

Dirêî destnîşan kir ku wan wek rewşenbîr di 2017`an de hewl daye hêzên kurdî li hev bicivînin, lê ENKS`ê xwe daye alî û wiha li axaftina xwe zêde kir: “Ji bo vê yekê em dibêjin ENKS nikare gavên neteweyî biavêje.”

Bi însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD, di 31`ê Çileya 2019`an de dan û standinên yekitiya kurdî di navbera PYNK û ENKS`ê dest pê kir, lê ji ber ku ENKS pergala xweseriyê qebûl nake, dan û standin hatine rawestandin.

Kurdiyar Dirêî got di demên dawîn de serdanên MSD`ê li Moskov û Washingtonê çêdibin, li hember vê yekê dewleta Tirk a dagirker ku çawa Peymana Lozanê bi kar anî, niha jî bi rêya ENKS`ê dixwaze bibêje Rêveberiya Xweser li dijî gelê xwe ye û divê wekî Efrînê herêmên din jî dagir bikin.

Li ser birêxistinkirina xwepêşandanan li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê ENKS`ê ve, Kurdiyar Dirêî da zanîn ku ENKS’ê bi rêya xwepêşandanê xwest referandumekê pêk bîne û di rojeva dan û standinên wê û PYNK`ê de xwest bibîne ka alîgirên wê kî ne û wiha dom kir: “Partiyên ku tev li wê bûbûn ji destpêka aloziya Sûriyê ve bê deng bûn.Ya din jî eniya aştî û azadiyê li hember Kurdan nîjadperest in, wekî çeteyên dewleta Tirk a dagirker in.”

Têkildarî pankartên ku di xwepêşandanê de hatibûn rakirin jî Dirêî got: “Bi hinceta ku dibistanên rejîmê erêkirî ne, pankartên ‘Em dibistanên fermî dixwazin’ rakiribûn. Miletek dê çawa rewabûna xwe ji dagirkeran bigire, heke ew xwe û zimanê xwe ava neke dê kî rewabûnê bide wan?”

ENKS`ê 24`ê Îlonê li herêma Cizîrê bi mabesta qaşo ‘gel birçî ye’ xwepêşandanek li dar xistibû û hewl da fitneyan derxe.

‘ENKS DAXWAZA KOLETIYÊ JI GELÊ EFRÎNÊ DIKE’

Kurdiyar Dirêî wiha pê de çû: “Ji ber banga ENKS`ê ji bo vegera li Efrînê, em dikevin nava şik û gumanan ku Erdogan û tevgera nîjadperest a li Tirk, Kurdistanekê dixwazin! ENKS daxwaza koletiyê ji gelê Efrînê dike.”

Her wiha Kurdiyar Dirêî got ENKS dixwaze gel bixapîne, armanc ji vê yekê jî razîkirina dewleta Tirk a dagirker e û bi banga vegerê hewl dide rûyê dewleta Tirk û opozîsyona Sûriyê spî bike.

Di sala 2018`an de dewleta Tirk Efrîn dagir kir û rojane sûcên revandina welatiyan, kiryarên li dijî jinan û guhertina demografiyê lê rû didin. Rûxmî van ksûcan jî ENKS banga vegerê li gelê Efrînê dike.

ANHA