​​​​​​​Şêniyên gundê Soxanekê li hemberî êrişan li ber xwe didin

Zêdetirî 25 malbat li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ber xwe didin.

​​​​​​​Şêniyên gundê Soxanekê li hemberî êrişan li ber xwe didin
1 cotmeh, 2021   23:40
ŞEHBA

Gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa bi qasî 2 kîlometreyan dûrî gundê Kîmarê ye. Gund ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin. Li gundê 25 malbat hene.

Ji dema dagirkirina Efrînê di 18’ê Adarê 2018’an de, gundê Soxanekê hema bêje rojane ji aliyê dagirkeran ve tê topbarankirin. Ji êrişan wêdetir, dagirker dest danîn ser zeviyan û darên zeytûnan şewitandin

Tevî  êrişên domdar, şêniyên Soxanekê xeta berxwedanê girtin.

/kr/uploads/files/2021/10/01/194634_-.webp

Têkildarî vê yekê şêniyê bi navê Hesen Cûma Mamo got: "Gundê me rojane tê topbarankirin, çeteyên dewleta Tirk her tim hewl didin ku bikevin gund wê dagir bikin. "

Derbarê çandiniyê de Mamo wiha got: "Êdî mewsimê çandiniyê li vir nema ye, ji ber ku erdên me li ser xeta eniyên şer ên bi çeteyan re ne. Dema ku em diçin nav zeviyên xwe çete me hedef digirin. Di salên borî de çeteyan darên me yên zeytûnan û zeviyên genim bi zanebûn şewitandin."

Mamo wiha dom kir: "Em 25 malbat di bin topbarana rojane de dijîn. Ev ax û welatê me ye, em ê nehêlin ku dijmin wê xerab bikin."

/kr/uploads/files/2021/10/01/194659_-.webp

Hemo Berekat jî bal kişand ser rewşa debarê li gund û got: "Em kesên ku li gund mane, pezê me heye û bi rêya wan em debara xwe bikin. Piştî bidawîbûna çandiniyê em dabara xwe tenê bi xwedîkirina sawal û mêşên hungiv dikin. Tevahî kesên ku li gund mane bi vî rengî dijîn."

Berekat diyar kir ku ew xwe ji êrişan diparêzin û ev tişt anî ziman: " Dema ku topbaran dest pê dike em dikevin şkeftên li gundê, piştî ku topbaran disekine em vedigerin malên xwe û jiyana xwe ya asayî berdewam dikin. "

/kr/uploads/files/2021/10/01/194717_-.webp

Eyşe Mamo jî got: "Çeteyan erd û darên me yên zeytûnê desteser kirin, dîsa jî dixwazin bêtir talan bikin û herêmên din dagir bikin, bi rêya êrişan dixwazin me bitirsînin û me ku ji gund koçber bikin."

Eyşe Mamo di dawiya axaftina xwe de got ew nahêlin dijmin bigihe armancên xwe û dê li gund bimînin da ku planên dijmin ên dagirkirina erdan têk bibin.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/K35HFoCr_4Y" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>