​​​​​​​Nezîra Gewriyê: Hevdîtin erênî bûn û wê berdewam bikin

Nezîra Gewriyê ku di nav şandeya hevdîtinan a Moskove û Washingtonê de cih digre diyar kir ku hevdîtinên ku hatine kirin erênî derbas bûne ku wê hevdîtinên din pêk bînin.

​​​​​​​Nezîra Gewriyê: Hevdîtin erênî bûn û wê berdewam bikin
2 cotmeh, 2021   06:41
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

Şandeyek ji MSD`ê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek hevdîtin li Moskovê û Washingtonê li dar xistin.

Herî dawî 30'yê Îlonê şandeyeke MSD`ê li Washingtonê bi alîkarê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê kar û barên Rojhilata Jêrîn Joey Hood û berpirsê dosyaya Sûriyê yê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ethan Goldrich re civiyabûn.

Yek ji endamên şandeyê, hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê derbarê hevdîtinan de ji ANHA`re axivî.

`HELWESTEKE ERÊNÎ NÎŞAN DAN`

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku bernameya wan ya hevdîtinan li Washingtonê dewam dike û têkildarî armanca van hevdîtinan wiha axivî: “Me bi hejmareke endamên Kongreya Amerîka û endamên Senatoya Amerîka yên ji her du partiyên komarparêz û demokratîk re hevdîtin pêk anîn. Hevdîtin bi giştî baş bûn. Şandeya me têkildarî rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê û astengiyên li pêş Rêveberiya Xweser ji aliyê siyasî, ewlehî û aboriyê ve agahdar kir. Kesayetên ji kongre û senatoya Amerîkayê yên me bi wan re hevdîtin kiriye helwesteke erênî nîşan dan. Her wiha hevdîtinên girîng ên di asteke payebilind de pêk hatin.”

`AMERÎKA WÊ BERPIRSYARTIYA XWE BERDEWAM BIKE`

Nezîra Gewriyê anî ziman ku di hevdîtinan de guhertina siyaseta Amerîkayê ferq kirine û got: “Rayedaran gotin ku wê piştgiriya QSD`ê û alîkariyên mirovî ji bo herêmê dewam bikin. Derbarê şerê li dijî DAIŞ`ê û têkoşîna li dijî terorê de jî wê destekdayîna Hêzên Sûriya Demokratîk dewam bikin.”

Nezîra Gewriyê balkişand ser peyamên sereke ku dane rayedaran  û got: “Me peyam da ku ji bo çareseriya siyasî ya giştî ya Sûriyê divê bi garantiya hêzên aktîv di dosya Sûriyê de yên wekî Rûsya û Amerîka diyalog pêşbikevin û piştgiriya projeya Rêveberiya Xweser ku projeya herî baş ya tevahî Sûriyê ye.”

`BI HÊVÎ NE KU GAVÊN ERÊNÎ BÊN AVETIN`

Nezîra Gewriyê destnîşan kir ku ji bo aramiya herêmê divê hemû netewe li derdora sîstema xwe kom bibin û got: “Hêviyên me ew in ku ji bo berjwendiyên herêmê gavên erênî bên avêtin. Ya herî girîng ew e ku herêmên me di aramiyê de bimînin. Ji bo wê divê hemû netewe li derdora Rêveberiya xwe kom bibin û piştgiriyê bidin QSD`ê. Ji bo aramiyeke mayînde li ser axa Sûriyê ye divê em hemû alî ji bo çareseriya li herêmê xwe berpirsyar bibînin.”

ANHA