Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan

Li Şehbayê bi sedan jin li dijî tecîrda li ser rêber Abdullah Ocalan meşiyan û banga azadiya wî ya fîzîkî kirin.

Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan
Li Şehbayê jin li dijî tecrîdê meşiyan
1 cotmeh, 2021   15:26
ŞEHBA

Bi sedan endamên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan ên herêma Efrînê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir.

Di meşê de posterên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star û Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan.

Meş ji pêşiya deriyê ketina bajarokê Til Qerah ê navçeya Ehdasê dest pê kir. Jinan bi yekdengî diruşmeyên şeremzarkirina tecrîdê û banga azadiya fîzîkî ya rêbertî berz kirin.

Meş li ber navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a li Til Qerah rawestiya û deqeyeke rêz hate girtin.

/ar/uploads/files/2021/10/01/145516_aaeshh-mhmd-5b1600x12005d.webp

Ji endamên Koordînasyona Kongreya Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Eyşe Mihemed behsa sedemên tecrîdkirinê kir û got: "Dewletên dij demokrasiyê tecrîdeke giran li ser rêbertî ferz kirine, hewl didin ku me ji dûrî ramanê azad bixin û gelan kole bikin."

/ar/uploads/files/2021/10/01/145459_rym-dada-5b1600x12005d.webp

Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Efrînê Rîm Dada bi navê jinên ciwan axivî û got dê têkoşîna li ser şopa xeta rêbertî berdewam bikin û wiha domand: "Rêbertî doza jinan di civakê de lêkolîn kir û hişt ku di hemû qadan de bibin pêşeng, ku berê hatibûn paşguhkirin. Ji ber vê yekê divê em ji vê xetê dûr neçin û nehêlin ku dijber armancên xwe bighînin serî."

Rîm Dada bang li ciwanan, di serî de jinên ciwan kir ku li dijî tecrîdê serî hildin û têkoşîna xwe li dijî dewleta Tirk xurt bikin.

Çalakî bi diruşmeyên şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

ANHA