​​​​​​​Ev 56 roj in aqûbeta endama RJAK’ê ya ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê zanîn

Ev 56 roj in endamek RJAK’ê di destê PDK’ê de ye û aqûbeta wê nayê zanîn.

​​​​​​​Ev 56 roj in aqûbeta endama RJAK’ê ya ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, nayê zanîn
1 cotmeh, 2021   14:09
  NAVENDA NÛÇEYAN 

Bi boneya salvegera 7'emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kiribû. Endamên şandeyê ku ji meclisa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê çekdarên PDK’ê ve li seytereya Kelekê hatin revandin.

Piştî 33 rojan di 6’a 2021’an de bi biryara dadgehê û kefalet endam û rêveberên RJAK Xewle Mihemed û Seyran Ehmed hatin berdan.

Lê endama din a RJAK’ê Ciwana Ebdulbaqî hîn jî nehatiye berdan û aqûbeta wê nayê zanîn.