​​​​​​​‛Kiryara PDK’ê ya derxistina Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê derqanûnî ye’

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser got: "Em bi derxistina hevrêyê me Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê şoqa man, ji ber ev kiryareke derqanûnî û dûrî pîvanên mirovahiyê ye."

​​​​​​​‛Kiryara PDK’ê ya derxistina Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê derqanûnî ye’
29 îlon, 2021   18:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî serbestberdana nûnerê Rêveberiya Xweser ji hêla PDK’ê ve piştî 112 rojan ji revandinê û derxistina wê ji Başûrê Kurdistanê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Piştî 112 rojan a revandin Cîhad Hesen ji hêla hêzên PDK’ê ve, li kêlek wê jî rewşa nebaş a Cîhad û qedexeya dîtin û têkilîdanîna parêzer û malbatê pê re û bêyî tu darizandinan, vê êvarê PDK’ê nûnerê Rêveberiya Xweser li Hewlêrê Cîhad Hesen berda. Lê bi kiryareke derqnûnî û dûrî pîvanên mirovahiyê û desteserkirina belgeyên takakesî PDK’ê Cîhad Hesen ji Başûrê Kurdistanê ber bi Rojava ve şand. Tevî ku herêm di rewşeke hestiyar re derbas dibe û pêdivî bi piştevaniyê heye.

Ev yek digel rewşa girêk a metod ji aliyê Başûrê Kurdistanê ve têkildarî dergehê Sêmalka û tedbîrên taybet ên derbasbûnê pêk hat. Di demekê de ku em vê kiryara bêrewa û dermirovî şermezar dikin, bang li zanayên Başûrê Kurdistanê dikin ku li şûna rageşî û kiryarên bê rewa xwedî hişmendî û aramiyê bin. Ji ber ev kiryar dikevin xizmeta dijmin."

(fr)

ANHA