Bi rasthatina civîna Soçî sewqiyetên leşkerî yên Tirkiyê li herêma bêçek

Hêzên dagirkeriya Tirk nuqteyên xwe yên li eniyan bi 37 tank û panzêran ji çiyayê Zawiyê heta bi eniyên bejahiyên rojavayê Helebê xurt kirin. Ew yek jî bi rasthatina destpêkirina civîna Soçî pêk hat.

Bi rasthatina civîna Soçî sewqiyetên leşkerî yên Tirkiyê li herêma bêçek
29 îlon, 2021   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) daxuyand ku hêzên dagirkeriya Tirk li nuqteyên xwe yên li eniyên şer 37 tank û panzêr zêde kirin, ji çiyayê Zawiyê yê li bejahiyê başûrê Idlibê heta bi eniyên şer ên rojavayê Helebê. Her wiha hejmara hêzên xwe yên li wan eniyan jî du qatî zêde kirin.

Hêzên dagirkeriya Tirk di vê demên dawî de hewl da tevahî nuqteyên xwe yên hundirîn ên li Idlibê vala bike û ber bi eniyên şer û nuqteyên sereke yên li başûrê Idlibê û rojavayê Helebê ve bibin. Di du rojên borî de şanedeyên dagirkeriya Tirk serdana eniyên şer kirin. Tê payîn gerên wan di rojên pêş de piştî kontrolkirina tevahî nuqteyan bi dawî bibin.

Li gorî SOHR’ê, sewqiyetên leşkerî yên hikumeta Şamê yên li ser 5 beşan li eniyên rojhilatê Idlibê di çend rojên borî de hatin şopandin.

Beriya du rojan hêzên dagirkeriya Tirk ên li herêma bêçek di rewşa awarte de bûn. Ew jî ji ber serdana esferekî hêzên dagirkeriya Tirk li eniyên şer ên li çiyayê Zawiyê û rojhilatê Idlibê bû, da ku amadekariya leşkerî û nuqteyên leşkerî bişopîne.

Ev hemû pêşdeçûnên li Idlibê piştî daxuyaniyên Rûsya û dewleta Tirk ên girêdayî Idlibê û metirsiyên dewleta Tirk ji êrişên leşkerî yên nişka ve yên Rûsya û hikumeta Şamê li dijî Idlibê, pêk hatin.