Li ser rêya Ezaz û Efrînê çeteyên Tirkiyê û eşîra El-Mewalî bi hev ketin

Li ser rêya sereke ya di navbera Ezaz û Efrînê ya li nêzî gundê Kefer Cenê de çeteyên Cebhet El-Şamiye û koma Eşîra El-Mewalî bi hev ketin.

Li ser rêya Ezaz û Efrînê çeteyên Tirkiyê û eşîra El-Mewalî bi hev ketin
29 îlon, 2021   13:19
ŞEHBA ‎

Li gorî çavkaniyên ji herêmê, li ser rêya di navbera Ezaz û Efrînê ya li nêzî gundê Kefer Cenê yê girêdayî navçeya Şera ya Efrînê de çeteyên Cebhet El-Şamiye û koma eşîra El-Mewalî bi çekên sivik û navîn bi hev ketin.

Heman çavkanî da zanîn ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker rêya sereke ya di navbera her du bajaran, rêya navçeyên Şera û Bilbilê û gundên Metîna û Kefer Cenê de li pêşberî sivîlan girtin.

Her wiha koma eşîra El-Mewalî soz da ku çeteyên Cebhet El-Şamiye ku dê bersiva wan tund be û tola xwe hilînin û gef li komên dîtir xwar heke piştgiriya çeteyên Cebhet El-Şamiye bikin.

Çavkanî ragihand ku hejmareke mezin ji çeteyên bi navê Firqeya Sultan Murad ji bajarê ‎Efrînê û navçeya Şera ber bi bajarê Ezazê ve çûn, da ku piştgiriya çeteyên Cebhet El-‎Şamiye li dijî eşîra El-Mewalî, bikin.‎

Çavkanî daxuyand ku çeteyên Polîsên Sivîl û Cebhet El-Şamiye ketin rewşa awarte, bendên kontrolê li Ezazê xurt kirin, digel wê jî eşîra El-Mewalî û Ehrar El-Şerqiye amadekariyên mezin kirin da ku êrişî bendên Polîsên Sivîl û Leşkerî yên li Ezazê bikin. ‎

Di dîmenên çeteyên dagirkeriya Tirk a dagirker ên li gel dagerandina gundê Kefer Cenê de hat eşkerekirin ku çeteyên DAIŞ’ê hene û sembolên bi cilên leşkerî hene.

Pevçûn û êrişa di navbera eşîra El-Mewalî ya bi piştevaniya çeteyên Ehrar El-Şerqiye û komên binavkirî de heta vê kêliyê berdewam e. ‎

Çavkaniyekî din da zanîn ku çeteyên Cebhet El-Şamiyê 10 kes ji eşîra El-Mewalî li Efrînê revandine, ji wê zêdetir jî 2 jin ji eşîra El-Mewalî bi buhaneya tevlêbûna ji çeteyên DAIŞ’ê re revandin.

‏(dx)