Tevgera Goran: PDK`ê berpirsê tevahî nexweşiyên li Herêma Kurdistanê ye

 Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq bersiv da daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî û got, “Ger PDK`ê hêza yekem e, wê demê ew berpirsê tevahî nexweşiyên bi ser gelê me de tên e. PDK`ê bûye xala lawaz a Herêma Kurdistanê.”

Tevgera Goran: PDK`ê berpirsê tevahî nexweşiyên li Herêma Kurdistanê ye
29 îlon, 2021   10:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê Tevgera Goran Dilêr Ebdulxaliq derbarê daxuyaniya Cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî ya ku dibêje PDK li Herêma Kurdistanê hêza yekeme, ji medya fermî ya partiya xwe re axivî û got, “Ger PDK hêza yekeme, wê demê hemû ew eybî, sîstem û hikûmraniya xirab aku gel jê neraziye, PDK jê berpirse. Dema peywendiyên Herêm û Iraqê têkda bû sedema malwêranî û bê muçeyiya xelkê  Kurdistanê. Wate ev hizb jê berpirse.”

Her wiha Dilêr got, “Ger li gorî gotina Nêçîrvan Barzanî be, wê demê sedema ku heta niha hêza pêşmerge nebûye hêzek nîştimanî, muçe û pêdawîstiyên wê mîna ya artêşa Iraqê lênehatiye, ji sedî 51’ê xaka Kurdistanê ji destdaye, nûnertiya balyozên Iraqê yek nedane Kurdan û me nekariye em bibin xwedî hikûmet û parlementoyek baş, azadî li Herêmê şûnde maye wê demê PDK ji van tevan berpirse.”

Dilêr Ebdulxaliq da zanîn ji ber van xalan PDK bûye xala lewaz a Herêma Kurdistanê.

Roja 26’ê Îlonê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku di heman demê de cîgirê serokê PDK’ê ye, di daxuyaniyek xwe de ragihand ku “Li ser asta navxweyî, Iraq û Herêma Kurdistanê ger hesabek ji bo partiyek were kirin, ew jî PDK ye.”