Li Bexdayê dan û standinên Tehran û Riyadê

Çavkaniyên ji Iraqê eşkere kir ku Îran û Erebistana Siûdî dan û standineke nû li Bexdayê pêk aniye.

Li Bexdayê dan û standinên Tehran û Riyadê
29 îlon, 2021   11:10
NAVENDA NÛÇEYAN

AFP ku agahiyên xwe spartin çavkaniyan iraqî, îro ragihand ku Tehran û Riyadê dan û standineke nû li Bexdayê pêk aniye.

Çavkaniyan ji AFP'ê re eşkere kir ku rayedarekî îranî li Bexdayê bi rayedarekî Erebistana Siûdî re hevdîtin kiriye û ev hevdîtin jî di çarçoveya civînên berê yên di navbera her du welatan de pêk hatiye. Lê çavkanî nasnameyên her du rayedaran eşkere nekirin.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih di meha borî de gotibû li welatê wî gelek caran dan û standinên di navbera her du aliyan (Îran-Erebistana Siûdî) de pêk hatine.

(dx)