​​​​​​​YPG`ê du hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn

Navenda Ragihandin û Çapemeniya YPG`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên hevrêyên xwe Şiyar Hesekê û Cemal Şikakî yên 25 û 27`ê Îlonê şehîd bûbûn, eşkere kirin.

​​​​​​​YPG`ê du hevrêyên xwe yên şehîd bi rêzdarî bi bîr anîn
29 îlon, 2021   10:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya YPG`ê ya têkildarî mijarê wiha ye:

“Rêhevalê me Şiyar Hesekê li roja 25ê Îlonê, Cemal Şikakî jî li roja 27ê Îlonê, li Hesekê ji ber nexweşiyê gihiştin şehadetê.

Rêheval Şiyar, li sala 1976 an de li Hesekê hat dinyayê. Bi geşbûna şoreşê ve li sala 2012 an tevli nav refên me bû. Hemû erk û berpirsiyartiyên xwe bi kedkarî û fedekariyek mezin bi cîh anî. Hevrê Şiyar li roja 25ê Îlonê, li Hesekê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê.

Rêheval Cemal, li sala 1983 an li Dirbesiyê ji dayik bû, li sala 2011 an tevli refên şoreşê bû. Ji despêka şoreşê heta kêliya dawî ya jiyana xwe bi berpirsiyartiyek mezin xwedî li erkên xwe derket. Rêheval Cemal li roja 27ê Îlonê, li Hesekê di encama nexweşiyê de gihişt şehadetê.

Nasnameyên rêhevalên me yên şehîd wiha ne;

Nasnav: Şiyar Hesekê

Nav û Paşnav: Hisên Silo

Navê dayik: Fatma

Navê bav: Eyo

Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 25 Îlon 2021

 

Nasnav: Cemal Şikakî

Nav û Paşnav: Cuma Elî

Navê dayik: Mûnîfa

Navê bav: Esaıd

Cih û dîroka Şehadetê: Hesekê | 27 Îlon 2021

Em di şexsê rêhevalên xwe Şehîd Şiyar û Şehîd Cemal de hemû şehîdên xwe yên leheng birêzdarî bibîr tînin. Ji malbatên şehîdên xwe û ji gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.”

(cx)