Gelo Erdogan û Pûtîn dê çi nîqaş bikin?‎

Serokê Rûsyayê ‎Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dê sibê bicivin. Ev jî li gel rageşiya Rûsyayê li ser erdê û xîtaba tûj û nakokiya Tirkiyê ya eşkere di têkiliya li gel Moskovê de pêk tê. Gelo dê encamên surprîz ji vê civînê derkevin?‎‏ ‏

Gelo Erdogan û Pûtîn dê çi nîqaş bikin?‎
28 îlon, 2021   06:30
NAVENDA NÛÇEYAN – YEHYA EL-HEBÎB

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov roja yekşemê ragihand ku serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan 29`ê ‎Îlonê dê bicivin û rewşa Idlibê nîqaş bikin‏.‏

Mamosteyê zanistên siyasî û têkiliyên navneteweyî Selah Qîrata têkildarî mijarê got: "Civîn‏ ‏wek civînên berê ku di wan de rewşa Sûriyê dihat nîqaşkirin, klasîk e. Her du alî (Rûsya û ‎Tirkiye) di vê dosyayê de nakok in‏ ‏û hin caran divê formeke ‎koordîne û şêwirê pêk were."‎

Qîrata diyar kir ku doz doza koordîne, diyaog û şêwiran e, nexasim ku yek li “herêmên ‎‎bêçek" anku Derayê heta astekê pêk hatiye.

RÛSYA ÊRIŞÊN XWE BERFIREH DIKE Û NÎQAŞAN BI IDLIBÊ VE SÎNORDAR DIKE

Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe de ragihand ku serokên her du welatan îradeya siyasî ‎eşkere kir‏ ‏û derbarê Idlibê de gihaştin peymanekê, lê mixabin êrişên terorî li wan xakan ‎didomin û wiha domand: "Ev yek nayê qebûlkirin û xeter‏ ‏e. Ev yek pêvajoya çareseriyê li ‎Sûriyê asteng dike û ya baş ku ev hemû di nava ajindeyan de be."‎

Zêdetirî mehekê ye ku balafirên şer ên Rûsyayê ji asîmanê parêzgeha Idlibê dûr neketine û ‎hemû bejahî nexasim ên başûr ku bi navê çiyayê El-Zawiyê tê naskirin, dikin hedef.‎

Her wiha balafirên şer ên Rûsyayê di nava rojên borî de nuqteyên çeteyên dewleta Tirk li ‎Efrîna dagirkirî kirin hedef. Ev nîşaneya peyamên zextê ne ku ‎beriya hevdîtina Pûtîn û Erdogan destpêk bike.

Têkildarî mijarên ku dê di hevdîtinê de were gotûbêjkrin,  Qîrata wiha axivî: "Dê nîqaş derbarê herêma bêçek a çaremîn (Idlib) ‎de hebe. Nexasim ku parçeyên mezin ji wê di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ye ku bi rêya ‎tevgerên leşkerî û damezrandina Artêşa Niştîmanî û hin komên çekdar ên ku bi fermana wê tev digierin, bi dest xistin. Em ji‏ ‏bîr nekin ku dewleta Tirk çar operasyon pêk anîn ‎û bi her operasyonekê re rûber û herêmên Sûriyê dagir dikirin."‎

Qîrata wiha pê‏ ‏de çû: "Ez bawer im, fermana şer li gel hêzên hikumeta Şamê û hêzên hevalbendên wê amade ne. Ji ber ku herêma çaremîn ku herêma Idlibê û bejahiyên wê, her ‎wiha parçeyek ji Heleb û Laziqiyê dê di çarçoveya operasyonên leşkerî de bin. Beriya wê dê zextek li ser aliyê dorpêçkirî hebe ku asta operasyonên leşkerî kêm bike, herî dawî dê çareserî û lihevkirinên nû pêk ‎werin."‎

Hevdîtina ku dê di navbera Pûtîn û Erdogan de di 29`ê Îlonê de pêk were.‎‏ ‏Ji dema civîna ‎dawî ya di Adara 2020’an de pêk hatiye ew civîna yekemîn e.‎

Wê demê her du aliyan li ser agirbesta li parêzgeha Idlibê ya li seranserî ‎eniya şer a di navbera çeteyên dewleta Tirk û hêzên hikûmeta Şamê de li‏ ‏hev kirin, da ku piştî wê ku korîdoreke ewlehiyê bi 6 km ber bi bakur ve û 6 km ber bi başûrê rêya navneteweyî M4 ya ‎sereke li Idlibê were avakirin.‎

Rêya M4 bajarên ku di bin serweriya hêzên‏ ‏hikumeta Şamê de (Heleb û Laziqiyê) bi hev ‎girê‏ ‏dide û beriya çend mehan dewriyeyên Rûsî – Tirkî lê hate meşandin, lê ew bi lez hate ‎sekinandin. ‎

Qîrata di berdewama axaftina xwe de ev tişt anî ziman: "Heke em vegerin civîna berê ya di ‎navbera Tirkiye û Rûsyayê de ku di encama wê de agirbest hate ragihandin, lê ‎di rastiyê de agirbest pêk nehat, lê belê teknîk hate guhertin ku li gorî du pêvajoiyan pêk hat.

Pêvajoya yekemîn; hêzên Sûriyê heta astekê westandin û nikarî serweriya ‎xwe ferz bikira. Taktîka yekemîn kontrolkirin bû û heta astekê armancên xwe gihand serî

Bi rêya koordîneyê pêvajoya ‎duyemîn a lihevkirina agirbestê hate ragihandin, ku ew jî pêk nehat, lê hişt ku hinekî êrişên leşkerî rawestin. Ez li vir ‎behsa derbeyên bi hewin û mûşekan dikin.‎‏ ‏Têkildarî vê yekê dihat gotin ku divê agirbest pêk ‎were yan jî Rûsya û hikumeta Şamê êrişên xwe li dijî herêma bêçek rawestînin, bê guman ‎hin caran êriş tund an jî bi hêz an jî mezin bûn."‎

Qîrata eşkere kir ku ev civîn jî ji bo koordînakirina operasyona leşkerî ye, nexasim dewleta Tirk ew ‎diparêze yan jî wê biparêze yan jî ew bi parastina yekitiya dewleta Sûriyê re ye. Ez ‎misoger dikim ku dê axa Sûriyê bikeve bin kontrola dewletê lê belê kîjan dewletê. Dewleta ‎hilweşî û binketî. Dewleta Tirk sed salî bi paş de çûye. Ji ber binesaziya civakê hat têkbirin û ‎fitne hat çêkirin. Li gel wê jî em ji bîr nekin ku artêş jî li gorî hin hesabên hin sûriyan bû ‎dijminê wan."‎

TIRKIYE LI BERFIREHKIRINA NÎQAŞÊN LI DERVEYÎ IDLIBÊ ‎DIGERE

Dewleta Tirk bertekên bi nakok nîşan da û hewl da propagandayê bike ku ev nîqaş ne ‎tenê li ser rewşa Idlibê ne. Her wiha serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erodgan îşaret bi ‎girîngiya civîna xwe ya bi Pûtîn re kir.‎

Erdogan ji rojnamgerên New Yorkê yê Amerîkayê re got planên hatin pêşkêşkirin dê di ‎navbera herdu serokan de bêyî beşdarbûna tu berpirsan nîqaşên dualî bin û da zanîn ku dê ‎ajandeyên hevdîtinê Ii ser pêşdeçûnên rewşa li herêma bêçek ya Idlibê û têkiliyên dualî ‎bin.‎

Erdogan anîbû ziman ku ew ê tenê rewşa Idlibê nîqaş nekin, lê belê dê têkiliyên dualî yên Rûsya ‎û Tirkiyê û rewşa Sûriyê, encamên li Sûriyê bi dest xistine û pêşeroja wê nîqaş bikin.‎‏

ENCAMÊN CIVÎNA PÛTÎN-ERDOGAN

Li ser encamên ji hevdîtina Pûtîn –Erdogan tên pêşbînkirin, Qîrata wiha got: "Tu encamê surpirîz an jî ‎nişke ve ji vê hevdîtinê tune ne. Yên dibêjin ku serokê Sûriyê beriya çend rojan li ‎gel serokê Rûsyayê bû ez dibêjim vîna Sûriyê weke dewlet hatiye desteserkirin û tiştê ‎dixwaze pêk bînin wê bi rêya yek ji 5 dagirkirinên li Sûriyê bê derbaskirin."‎

Qîrata wiha domand: "Ji aliyê Jeo-polîtîk ve, Sûriyê ji aliyê 5 dewletan ve hatiye dagirkirin û vîna ‎wê tune ye. Ne di cihê kirdeyê de ye, lê belê cihê bireserê girtiye. Ev jî rastiyek e û ‎heke xwest mijarekê pêk bîne yan jî biryarekê bidin, ji bilî yek ji van koman pêk nayê û ‎ev kom jî neçar e bazariyê bi ya din re bike."‎

Qîrata wiha pê de çû: "Tu biryareke Sûriyê tune ye. Rêveberiya Sûriyê nikare ji bilî Rûsya û ‎Îranê ji aliyekî ve û muxalefet jî bi rêya dewleta Tirk tiştekî bike. Lê çi dewleta Tirk an jî ‎Rûsya yan jî Îranê be nikare nêrîna ku hin sûrî xwedî lê derdikevin pêk bîne û dê ji bilî ‎bazariyan bandorê bike. Mîna çawa li herêma qaşo‎‏ ‏‎(Dirî El-Firat) kir. Li ser wê herêmê ‎bazariyeke eşkere hat kirin, ew jî li hember vegerandina rojhilatê Helebê ji hikumeta Şamê ‎re, her wiha li Xûta Şerqiyê jî bazarek li hember êrişên li dijî Efrînê pêk hat."‎

RÛSYA NAKOKIYÊN TIRKIYE-AMERÎKAYÊ BI KAR TÎNE

Li ser civîna rûsî-tirkî-îranê ya piştî civîna Pûtîn û Erdogan, Qîrata ev tişt got: "Îranê di civîna ‎yekê de tune bû, ji ber di dozên ku têkiliyên Rûsya û Tirkiyê bi hev re hene de nayê ‎beşdarkirin û ne her tim dikare destwerdanê li dosyaya Sûriyê bike. Dema dosyaya Sûriyê ‎ne tenê dosyayek be, Îran beşdar be. Bi vê yekê dibînim ku dosya yan jî civîna ku dê Pûtîn û ‎Erdogan li hev bicivin, tevî ku girêday Sûriyê ye, lê hin pirsgirêkên Tirkî-Amerîkî jî hene û dê ‎Rûsya sûdê jê wergire û bi wê re civînên dualî li dar dikevin."‎

Ev serdan piştî Erdogan li dijî serokê Amerîka Joe Biden axivî pêk hat. Her wiha Erdgoan got ‎têkiliyên di navbera welatî wê û DYA’yê de ji dema Biden hatiye ser desthilatê de neyênî ‎ne.‎

Tevî wê, Erdogan li dijî Rûsyayê jî axivî. Erdogan li pêş NY’yê tevlêkirina nîvgirava Qirimê ji Rûsyayê re ‎red kir, wê jî hişt Kremlîn bersiva wî bide.‎

Têkildarî vê yekê Qîrata wiha anî ziman: "Kî texmîn dike dewleta Tirk ji bin kontrol û vîna ‎Amerîkayê derkeve ew angaşt dike. Ez her tim dibêjim dewleta Tirk li gorî Amerîkayê tev ‎diger û ew endamekî bingeh di NATO’yê de ye. Ez yeqîn im ku ji bin vîna Amerîkayê ‎dernakeve. Ji ber di dîrokê de mûşekên S-400 ên Rûsyayê ku Tirkiyê ji wê kirîne nayên ‎danîn, ji ber dema Amerîka hişyarî da û gef lê xwarin, dewleta Tirk soz da ku mûşekan ‎daneyne û heta vê kêliyê jî daneynaye."‎

Qîrata wiha li gotina xwe zêde kir: "Wek tê zanîn hêza aborî li pişt biryarên siyasî yên bihêz ‎disekine. Tevahî rewşa lîreyê Tirkiyê dizanin û ew jî alaveke berovajî rewşa aboriyê ye. Ez ‎nabêjim hilweşiye, lê belê mînakekê didim ku ne sabît e. Zêdetirî salekê ye ku Erdogan ‎bi biryareke yekalî berpirsê banka Tirkiyê ya navendî îstîfa kir û piştî wê bi du saetan nirxê ‎lîreyê Tirkiyê bi rêjeya ji sedî 2 daket.‎

RÊGEHA ASTANAYÊ OPERASYONÊN LEŞKERÎ BÛ

Li ser mijarên ku dê di civîna Rûs-Tirk-Îranê de werin nîqaşkirin, Qîrata wiha got: "Rêgeha ‎Astanayê di bingeha xwe de diyardeya ku rojekê hatiye gotin lihevkirina Lavrov-Kerry ye. Tu kesî dengê xwe nedikir, piştî wê bi demekê rêgeha Astanayê derket holê."‎

Qîrata eşkere kir ku rêgeha Astanayê ji bo berjewendiyên Amerîkayê ye û dê ‎ji bo vê yekê li Sûriyê hin erk dane Tirkiye, Rûsya û Îranê. Wek meteloka ku dibêje; ‎pêjgeha kê hebe çima dê tiliyên xwe bişewitîne. Têkildarî vê yekê tê destnîşankirin ku ‎Astanayê heta vê kêliyê tu berjewendiyên siyasî pêk neaniye. Rêveçûna siyasî ya sêwî ku ‎derketiye holê, komîteya destûrê ye. Heta vê kêliyê komîte wek zarokekî sêwî ye û ‎dixwazin wî li gorî rewşên heyî vejînin û nebe hêzek. ‎

Qîrata diyar kir ku têkildarî hin tiştên mayî jî, bi şûn de vegerin hûn ê bibînin ku ew tenê ‎rêgeheke odeya operasyonên leşkerî bû û Sûriyê dabeşî 4 herêmên bêçek kir. Dema ‎herêmek tê hedefgirtin, herêmên dîtir ji yên din tên veqetandin û guleyek jî nayê avêtin. Ji ‎ber vê yekê hevkarî û piştevaniya di navbera eniyan de bi rêya Astanayê û bi girêdana bi ‎miriyan ne bi çekdaran re hatibû veşartin. Ji ber ê ku nikare biryareke neteweyî bide yan jî ‎helwesteke neteweyî nîşan bide dibe kujer. Hemû dizanin ku dewleta Tirk karî bi çekdarî ‎sûrî bilîsta û bişanda Lîbya û Azerbaycanê. Ez li vir dibêjim kî wan li Idlibê diparêze dê wan li ‎gorî xwe bi kar bîne, mîna çawa li Diri El-Firat, Çiqila Zeytûnê bi kar aniye û dibe ku li ‎herêmên Rêveberiya Xweser jî werin bikaranîn.‎

DEWLETA TIRK DÊ ZEXTÊ LI QSD’Ê BIKE

Têkildarî rêveçûna bûyeran, Qîrata wiha gotina xwe berdewam kir: "Bi serweriya ‎hikumeta Şamê li ‘herêma bêçek’ a 4’an dê sekneke taktîk a demkî be û dê piştî operasyonên leşkerî li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, pêk bên û piştre ‎berê wê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê be anku li hember QSD’ê be."‎

Qîrata xuya kir ku dê dewleta Tirk zexteke leşkerî li ser QSD’ê bike û dê Rûsya jî paşguh bike ‎û wiha dawî li gotina xwe anî: "Dibe nîqaş li ser vê yekê di navbera Erdogan û Rûsyayê de ‎çêbe. Dê armanca sereke ji wê nîqaşê ew be ku Kurdên li herêmê ku Rêveberiya Xweser ‎damezirandine, ji nû ve li hikumeta Şamê vegerin an jî malbata Esed."‎

‎(bx-fr)‎

ANHA