​​​​​​​Star FM qada weşana xwe berfireh dike

Radyoya Star FM a taybet bi jinan, amadekariyan dike ku qada weşana xwe li herêma Cizîrê berfireh bike.

​​​​​​​Star FM qada weşana xwe berfireh dike
28 îlon, 2021   06:08
QAMIŞLO – RÊNAS REMO

Star FM yekemîn radyoya jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Star FM di 15`ê Çileyê 2017`an de li navçeya Tirbêspiyê ya kantona Qamişloyö dest bi weşanê kir. Radyo bi derfetên kêm û bi 4 nûçegihanên ji navçeyê dest pê kir.

Ji rêveberên radyoya Star FM, Lîlav Hesen ku yek ji damezırînerên radyoyê ye, weşana nû li hemû jinên Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz kir û got vekirina radyoyê berhema keda şehîdên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriye guhertinek di çapmeniya jinan de çêkir ku bi şoreşê re ajansên taybet ên jinan weki ‘Jinnews’ hatin vekirin. Her wiha radyoya Star FM û televîzyona Jin TV jî hatin vekirin.

Piştî xebateke domdar û çalak weşana Star FM bi pêş ket û hejmara rojnamevan û xebatkarên wê bû 20. Di vê derbarê de Lîlav Hesen wiha anî ziman: "Em hewl didin baştirîn xebatan pêşkêş bikin da ku dengê xwe bighînin beşeke mezintir a civakê."

Pêşkêşvana bi navê Medya Silêman ku wek nûçegihan jî dixebite, destnîşan kir ku di demên berê de ew rastî hin zehmetiyan hatin. Medya Silêman diyar kir ku radyo rojane 23 bernameyan diweşîne, her wiha raporên taybet, hevpeyvîn, bernameyên der barê jiyana gundan de û nûçeyên bi zimanê kurdî, erebî û suryanî diweşîne.

Medya Silêman wiha pê de çû: “Em di nûçeyên xwe de mijarên girêdayî jinan pêşkêş dikin û zanebûnê di nava wan de belav dikin. Berpirsiyariya me dê zêde bibe, lê em dixwazin armanca xwe pêk bînin û ew jî ku em dengê jinan ragihînin."

Şopîner dikarin li ser pêlên ‘104.8 û 105.3’ radyoyê guhdar bikin, her wiha dikarin li ser toreyên medya dîjîtal rûpela radyoyê bişopînin.

Li gorî rêveberên radyoyê, di salên pêş de radyo dê weşana xwe li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berfireh bike.

(dm)

ANHA