Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hemleya dezenfktekirinê da destpêkirin 

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hemleyeke mezin a dezenfktekirinê li kolanên sereke yên bajêr da destpêkirin.

Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hemleya dezenfktekirinê da destpêkirin 
26 îlon, 2021   12:20
QAMIŞLO

Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê, di 23'yê Îlonê de qedexeya derketina giştî ji bo hefteyekê li herêmê ferz kir, da ku pêşî li belavbîna vîrusê werin girtin.

Di vê çarçoveyê de, Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo ji bo pêşîlêgirtin û sînordarkirina belavbûna vîrusê Koronayê, hemleya paqijkirin û dezenfktekirina kolanên sereke û têketin û derketina bajêr da destpêkirin.

Di roja yekem de, hemle li kolana sereke ya bajarê Qamişlo û bazara giştî, heya stasyona sotemeniyê ya Mele Hacî ya li rojhilatê bajêr, pêk hat.

Şaredariya Gel a li Qamişlo, li gorî bernameya ku wê di tevahiya rojên qedexeyê de amade dê dezenfktekirina kolanên sereke û yên şaxî bidomîne.

 (dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/eRGgs-HdNqc" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>