QSD`ê li Reqayê 3 serçeteyên DAIŞ`ê girtin

QSD`ê li Reqayê 3 serçeteyên DAIŞ`ê yên beşdarî veşartina çeteyan, veguhestina wan û plankirin û pêkanîna bûyerên kuştinê li Reqayê û gundewarê wê bûne, girtin.

QSD`ê li Reqayê 3 serçeteyên DAIŞ`ê girtin
26 îlon, 2021   11:03
NAVENDA NÛÇEYAN

 Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro li ser malpera xwe ya fermî ev agahî parve kirin: “Yekîneyên Antî-Teror ên QSD`ê bi destekdayîna Koalîsyona Navneteweyî, li rojhilat û rojavayê Reqayê, her wiha li herêma başûrê bajêr 3 operasyonên ewlehiyê pêk anîn. Di operasyonan de 3 serçeteyên DAIŞ`ê hatin girtin.

Serçeteyên hatine girtin beşdarî veşartina çeteyên DAIŞ`ê, veguhestan wan, plankirin û pêkanîna bûyerên kuştinê li hundirê bajêr û gundewarê wê bûne. Her wiha berê beşdarî êrişên rêxistina terorîst DAIŞ`ê yên li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûne.”

QSD`ê daxuyand ku ev operasyona di çarçoveya erkên hevbeş ên hêzên QSD`ê û hêzên Koalîsyona Navneteweyî li diîj şaneyên DAIŞ`ê û şaneyên terorîst de, tên lidarxistin.

(cx)

ANHA