Li Iraqê di êrişa DAIŞ`ê de 3 sivîl hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ`ê li parêzgeha Diyala ya Iraqê êriş pêk anîn, di encamê de 3 welatiyên Iraqê hatin kuştin û efserek birîndar bû.

Li Iraqê di êrişa DAIŞ`ê de 3 sivîl hatin kuştin
26 îlon, 2021   06:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa nûçeyan a Iraqê “Wai”, Fermandariya Polîsan a Parêzgeha Diyala ragihand ku duh di saet 11:00`ê êvarê  li gundê Hed El-Exder mayîneke bombebarkirî bi erebeyekê ve teqiyaye.

Li gorî fermandariya polîsan, dema ku sivîl û hêzên ewlehiyê nêzî cihê bûyerê bûne, çeteyên DAIŞ`ê ew hedef girtine û di encamê de 3 sivîl hatine kuştin û efserek birîndar bûye.

(cx)