Li Sirînê projeya ava vexwarinê gihîşt serî

Yekîneya Avê ya Sirînê bi piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Ava Vexwarinê projeyek ji bo dabînkirina ava vexwarinê pêk anî.

Li Sirînê projeya ava vexwarinê gihîşt serî
26 îlon, 2021   06:36
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Piştî ku ava çemê Firatê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve hat qutkirin, gelê herêmê rastî karesateke mirovî ya dabînkirina ava vexwarinê û qirêjiya li çemê re hat.

Şênî di peydakirina ava vexwarinê de gelek astengiyan dikişînin, ji ber ava ser erd kêm bûye û bîr ziwa bûne, bi wê re piranî neçar dimînin ku ava vexwarinê bikirin.

Ji bo dabînkirina ava vexwarinê, Yekîneya Avê ya navçeya Sirînê bi piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Avê dînamoyên avê di çemê Firatê de danîn.

Têkildarî mijarê, Endamê Rêveber ê Yekîneya Avê ya Sirînê Mihemed Xêr Dirxam wiha got: "Bi piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Ava Vexwarinê, me 4 dînamo danîn, du dînamo horîzonî û du jî stûnî. Dînamoyên stûnî di saniyekê de 300 metrekab av derdixîne. Lê yên horîzonî di saniyekê de 350 metrekab e."

Dirxam destnîşan kir ku ji ber kêmbûn û qutbûna ava Firatê, azarên şêniyan di dabînkirina ava vexwarinê de bi taybet piştî hejmara şêniyan ji ber êrişên dagirkeriya Tirk zêde bûn, bû diqat.

Dirxam wiha dewam kir: "Berê dînamoyan 150 metrekab av dida, lê niha dînamoyên stûnî, di saniyê de 300 metrekab dide, lê yên horîzonî di saniyê de 350 metrekab dide."

Dirxam da zanîn ku ji ber kêmbûna ava çemê Firatê dînamoyên horîzonî wek yedek hatin danîn.

SIYASETA TÎKIRINÊ

Dirxam destnîşan kir ku dewleta Tirk bi rêya şerê avê siyaseta tîkirinê dimeşîne, bi wê yekê jiyana sivîlan bi qirêjirina avê û tîkirinê dike armanc. Ji ber kêmbûna rêjeya avê dibe sedema nexweşiyên cuda ji şêniyan re.

Ji ber qirêjiya ava Firatê ji destpêka îsal ve, bi hezaran rewşên jehrbûn û navçûna şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/YeSfjt5iV5k" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>