Dîplomatekî lîbyayî: Hikumeta El-Debîbe nûnertiya Lîbyayê nake

Balyozê berê yê Lîbya li Hindistanê, dîplomat Remedan El-Behbah diyar kir ku hikumeta El-Debîbe nûnertiya lîbyayan nake û got: "Tişta ku li Lîbyayê rû dide nakokiyên hêzên derve ne, heya ku hêzên derve li hev nekin dê hilbijartin pêk neyê ."

Dîplomatekî lîbyayî: Hikumeta El-Debîbe nûnertiya Lîbyayê nake
26 îlon, 2021   05:38
QAHÎRA- EMANÎ EZAM

Parlemantoya Lîbyayê di 21'ê Îlonê de kişandina baweriyê ji hikumeta demkî ya bi serokatiya Ebulhemîd El-Debîbe ragihand. Ev yek bi nêzîkbûna dema hilbijartinan pêk hat ku tê payîn di 24'ê Kanûnê de werin lidarxistin. Her wiha piştî çend rojan ji rûniştinên hesabpirsînê yên hikumetê yên ji ber xerçkirina gelek pereyan pêk hat.

Têkildarî mijarê balyozê berê yê Lîbyayê li Hindistanê û dîplomatê lîbyayî Remedan El-Behbah  got, hikumeta "Yekitiya Niştimanî" ya li Lîbyayê  hikumeteke ku ji 75 kesan pêk tê, ev kes ji hêla nûnera berê ya Neteweyên Yekbûyî yê taybet ji bo  Lîbyayê Stivanî Wilyams ve hatin hilbijartin ku navê tîma diyaloga siyasî li wan kir.

El-Behbah diyar kir ku tîma diyaloga siyasî ji endamê meclisa serokatiyê û serokê hikumetê  pêk tê, ji xwe serok hikumeteke parvekirinê ava kir. El-Behbah her wiha got: "Serok li ser parlemento ferz kir ku hikumeta parvekirinê li Sirtê erê bike, xwest bide nîşandan ku welatiyên Lîbyayê hikumet bijartine. Lê di rastiyê de tu têkiliya wê bi gelê Lîbya û parlementoyê tune ye. "

El-Bahbah ji ajansa me re destnîşan kir ku kişandina baweriyê di pratîkê de tu nirxê wê nîne, hikumeta El-Debîbe di bin navê hikumeta demkî de xebata xwe didomîne û budceyê xerc dike.

Li gorî Remedan El-Behbah, dibe ku di demên bê de nakokiyên siyasî di navbera herêmên Lîbyayê de derkevin ku bibe sedem ku hilbijartin pêk neyên û wiha axaftina xwe domand: "Gelê Lîbyayê gihiştiye astekê ji acizî û bê hêviyê, sedema vê yekê tevlihevî, nakokiyên siyasî, şerê li ser desthiltdariyê û girêdana bi desthiltdariyê ye. Di encamê de rewşa jiyanî ya lîbyayan xirabtir dibe."

Balyozê berê yê Lîbyayê li Hindistanê dîplomat Remezan El-Behbah di dawiyê de got: "Tişta ku li Lîbyayê diqewime nakokiyên hêzên derve ye ku heya niha derbarê rewşa siyasî de lihev nekirine. Têkilildarî encamên hilbijartinan de zehmet e ku were zanîn. Lê bi vê derengxistinê dixwazin demê qezenc bikin heta ku nêrîn diyar bibin an lihevkirin ku hemû aliyên derve razî bikin, werin pêkanîn."

(dx)

ANHA