​​​​​​​Balafirên Rûsya car din gundê Basilê bombebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê gundê Basilê yê navçeya Şêrawa bombebaran kir.

​​​​​​​Balafirên Rûsya car din gundê Basilê bombebaran kir
26 îlon, 2021   05:08
ŞEHBA

Nûçegihanê me li gorî çavkaniyên herêmî ragihand ku balafireke şer a Rûsyayê di saet 06:30`ê sibehê de êrişeke hewayî li gundê Basilê pêk aniye.

Di du rojên dawîn de, balafirên şer ên Rûsyayê gundê Basilê yê navçeya Şêrawa ya girêdayî kantona Efrînê ya dagirkirî gelek caran bombebaran kiribû.

(cx)

ANHA