Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya

Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê, nivîsgehên têkiliyan ên meclisên leşkerî û Partiya Sûriyê Pêşerojê bi şêx û rûspiyên eşîra Weheb re civiya.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi rûspiyên eşîra Weheb re civiya
25 îlon, 2021   20:06

Bi armanca xurtkirina aştiya navxweyî û jiyana hevbeş, Rêveberiya Sivîl a Herêma Tebqayê, nivîsgehên têkiliyan ên meclisên leşkerî û Partiya Sûriyê Pêşerojê bi şêx û rûspiyên eşîra Weheb re civiya.

Di civînê de ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Tebqayê Selahedîn Hesen rewşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nirxand.

Selahedîn Hesen behsa binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmê, ji êrişên wê yên domdarî, qutkirina ava çemê Firat û stasyona Elokê, kir.

Rûspiyan li ser pirsgirêkên ku şênî pê rû bi rû dimînin nêrînên xwe parve kirin û gotin ew amade ne aştiya navxweyî li herêmê xurt bike û destkeftiyan biparêzin.

ANHA