ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 26-09-2021
25 îlon, 2021   23:00

- Oldarên herêma Firatê bang li şêniyan li ciwanan bi taybet kir ku guh nedin gotegotinên ku dijmin belav dike, her wiha destnîşan kir ku divê li hember dijiminên Kurdan ên bê wîjdan hevgirîtî bin û li ber xwe bidin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Firatê Gêlo Elî bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku tavilê kujerên şehîd Şukrî Serhed eşkere bike û got: "Bi qetilkirina têkoşer Şukrî Serhed re xwestin dîrokeke tijî têkoşîn a meqamekî Kurd qetil bikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

- Di hefteya borî de an ku beriya hevdîtina sê aliyên Astanayê (Rûsya, Tirkiyê – Îranê) rageşiya leşkerî li Idlibê gûr bû. Li Iraqê jî ji ber xetereya bikaranîna çekan di hilbijartinan de metirsî di nava gel, hêzên siyasî û namzetên serbixwe de, zêde bû. Her wiha vekişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe hişt ku rewşek nakok li welat serwer bibe.

POLÎTÎKA

- Balyozê berê yê Lîbya li Hindistanê, dîplomat Remedan El-Behbah diyar kir ku hikumeta El-Debîbe nûnertiya lîbyayan nake û got: "Tişta ku li Lîbyayê rû dide nakokiyên hêzên derve ne, heya ku hêzên derve li hev nekin dê hilbijartin pêk neyê ."

- Hevseroka Partiya Suraya Demokratîk got dewleta Tirk bi hedefgirtina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet gundên asûrî Sêfoyeke din pêk tîne û armanc dike asûriyan û pêkhateyên herêmê qir bike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JYAN

- Yekîneya Avê ya Sirînê bi piştevaniya Rêveberiya Giştî ya Ava Vexwarinê projeyek ji bo dabînkirina ava vexwarinê pêk anî. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Rihan Temo destnîşan kir ku sîstema kapîtalîst çanda mezaxtinê talana xwezayê bi leztir dike û got "Li hemberî vê rewşê, divê em paradîgmaya rêber Apo ya jiyana ekolojîk a civakî li her qadê bixin meriyetê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA