Lavrov: Idlib baregeha terorê ya yekane li Sûriyê maye

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya Sergey Lavrov got, baregeha terorê ya yekane ku li Sûriyê maye Idlib e.

Lavrov: Idlib baregeha terorê ya yekane li Sûriyê maye
25 îlon, 2021   18:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Lavrov got, tenê baregeheke terorê li Sûriyê maye ew jî Idlibê e û tu pirsgirêk ji bo têkoşîna li dijî terora li wir tune ye.

Lavrov wiha anî ziman: "Nuqteyên me yên li wir û nuqteyên artêşa Sûriyê li herêmên bêçek rastî êrişan tên û em nahêlin ew yek pêk were."

Wezîrê Karên Derve yê Rûsya her wiha got, Rûsya piştevaniya tevgera Talîbanê li hember DAIŞ’ê dike û daxuyand ku vekişîna lez a hêzên Amerîkayê û NATO’yê ji Efganistanê bêyê fikirandina li ser bandorên wê pêk hat û hîna gelek çek li wir hene.

 (fr)