​​​​​​​Şêniyên Helebê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir

Şêniyên Helebê bang li PDK`ê kir ku dev ji hevkariya xwe ya bi dewleta Tirk re berde û got xiyanet di çanda kurdan de tune ye.

​​​​​​​Şêniyên Helebê hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir
25 îlon, 2021   04:14
HELEB-HENEN MIHEMED

Ji salên 90`î ve Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dijminatiya kurdan didomîne, bi dewleta Tirk û êrişên wê yên li dijî Hêzên Parastina Gel (HPG) re hevkar e.

Di vî warî de şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê nerazîbûn nîşanî hevkariya PDK`ê bi dewleta Tirk re da û ew hevkarî bi xiyaneta li kurdan wesifand.

'XIYANETA PDK`E NE NÛ YE'

Şêniyê bi navê Seîd Hebeş ê ji taxa Şêxmeqsûd piştgiriya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re şermezar kir û got, PDK`ê xiyanet li kurdan dike da ku berjewendiyên xwe yên kesayetî pêk bîne.

Hebeş wiha domand: “Xiyaneta PDK`ê ya li kurdan ne nû ye, ew ji salên 90`î ve êrişî Tevgera Rizgariya Kurdistanê dike da ku berjeweniyên xwe li ser hesabê gelê herêmê pêk bîne. Divê PDK`ê dev ji vê xiyanetê berde.”

'DIVÊ KURD LI HEMBERÎ SIYASETÊN ÎNKARKIRINÊ LI BER XWE BIDIN'

Şêniyê bi navê Hesen Mihemed jî got: “Di çanda kurdan de cih ji bo xiyanetê tune ye. Dîrok wê vê xiyanetê qeyd bike. Divê PDK`ê dev ji van siyasetên xwe yên li dijî doza kurd berde.”

Mihemed behsa kiryarên ku li Başûrê Kurdistanê ji aliyê PDK`ê ve li dijî kurdan tên kirin, kir û got: “Siyaseta PDK`ê ji siyaseta dagirkera Tirk ne cuda ye.”

Mihemed di dawiyê de diyar kir ku ji bo têkbirina van siyasetan û pêkanîna projeya neteweya demokratîk divê Kurd bibin yek.

'DEWLETA TIRK ARMANC DIKE KURDAN PARÇE BIKE Û FITNEYÊ DI NAVA WAN DE BELAV BIKE'

Şêniyê bi navê Arif Nasan destnîşan kir ku dewleta Tirk armanc dike kurdan tune bike û wiha pê de çû: “Piştî ku dewleta Tirk berjewendiyên xwe pêk bîne, wê dev ji PDK`ê berde. Ji ber dijminên bavan nabe dostê lawan."

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nWVB3rvF7IE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>