Li gundewarê Dêrazorê ji ber mayîna DAIŞ'ê 3 kes birîndar bûn

Li herêma Şefa ya gundewarê rojhilatê Dêrazorê mayîneke berê ya çeteyên DAIŞ'ê bi 3 kesan ve teqiya.

Li gundewarê Dêrazorê ji ber mayîna DAIŞ'ê 3 kes birîndar bûn
24 îlon, 2021   20:45
DÊRAZOR

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji bajarokê Şefa yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê dane ANHA'yê, mayînek berê ya çeteyan DAIŞ'ê bi 3 kesan ve teqiya.

Çakaniyan diyar kir ku her sê kes ku li motorsîkletê bûn, mayîn bi wan ve teqiya û di encamê de her sê birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyan birîndar rakirin nexweşxaneyê û birînên wan sivik in.

(eh)

ANHA