Vekişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe pirsên nû derxistin holê

Biryara parlamantoya Lîbyayê ya vekişandina baweriyê ji hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe, têkildarî senaryoyên pêşbînkirî yên li welêt; gelek pirs derxistin holê.

Vekişandina baweriyê ji hikumeta El-Debîbe pirsên nû derxistin holê
25 îlon, 2021   06:44
QAHÎRE - EMANÎ EZAM

Parlamentoya Lîbyayê biryara vekişandina baweriyê ji Hikumeta Yekitiya Nîştimanî ya Demkî ya bi serokatiya Ebdulhemîd El-Debîbe da.

Berdevkê parlamentoyê Ebdullah Belhîq got bi piraniya dengan biryara vekişandina baweriyê ji hikumetê hat dayîn. Biryar bi 89 dengan (bi giştî 113 parlamanter) hate dayîn.

Endamê parlamantoya Lîbyayê Dr. Xelîfe El-Dexarî têkildarî mijarê got: "Hikumeta Yekitiya Nîştimanî, piştî biryara parlamantoyê dê veguhere hikumeteke hikumeteke demkî. Lê hikumetê di daxuyaniyeke xwe de, biryar bi bihaneya ku derqanûnî ye, red kir. Vê jî bandor li lidarxistina peymanan û pêkanîna nexşerêyê dike da ku çareseriyekê li gorî nexeşerêyê were dîtin.”

‘DIBE KU CAREKE DIN PARÇEBÛN ÇÊBEꞌ

Dr. El-Dexarî ji ajansa me re wiha axivî: "Tişta ku qewimî dibe ku bibe sedema li vegera parçebûn, kaos û şîdeta ku welat di pêvajoya salên demdirêj de zehmetiya wê kişandin. Her wiha îhtîmal e rageşiya di navbera aliyên siyasî, leşkerî û komên çekdar de, di heman demê de zêdekirina aloziyên gel, berdewam bike."

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî Mihemed El-Zubeydî jî der barê mijarê de wiha got: "Biryar ne qanûnî ye, ji ber ku li gorî benda yekê ya madeya 5`an, divê  120 parlamenter dengên xwe bidin heya ku parlamento baweriyê bikişîne.”

ꞌHIKUMETEKE NENASKIRÎ YEꞌ

Şîrovekar ji ajansa me re daxuyand ku di rastiyê de madam piraniya parlamantoyan dengên xwe da vekişandina baweriyê, êdî mijar hate girtin û parlamanto vê hikumetê nas nake.

El-Zubeydî destnîşan kir ku di rojên pêş de, hemû îhtîmal gengaz in, ji ber ku madeya 149`an a destûra bingehîn îşaretê bi vê yekê dike, dema hikumet bawerî jê tê kişandin, êdî heta hikumeteke nû tê avakirin, ew hikumet tenê ji bo birêvebirina kar dimîne.

ꞌJI BO EL-DEBÎBE FERSENDEK Eꞌ

El-Zubeydî ev li nirxandinên xwe zêde kir:  "Dibe ku parlamanto wekî hikumeteke demkî xwe li ser vê hikumetê bide meşandin, ev jî heta 24`ê Çileyê ye ku dema hilbijartinan e. Ev yek jî ji her kesî zêdetir; xizmeta berjewendiyên El-Debîbe dike, ji ber ku ji şertên hilbijartinan e ku bêyî peywir be û ew jî niha bê kar e, di encamê de ji bo bernamzetiyê ev fersendek e."

Şîrovekarê siyasî yê lîbyayî diyar kir ku dibe parlamanto li şûna hikumeta El-Debîbe hikumeteke alternetîf hilbijêre û El-Debîbe terka hikumeta xwe neke. Pê re wê li rojhilat û li rojavayê Lîbyayê du hikumetên cuda werin avakirin.

Remzî El-Rimêh jî ji ajansa me re got: "Piştî biryara vekişandina baweriyê ji hikumetê, êdî tevliheviyek di hejmarê de derket holê. Ji ber ku li gorî qanûna hundirîn a parlamantoyê divê 89 endam bin. Lê li gorî peymana siyasî ya ku li Suxeyrat hatiye mohrkirin, divê 50 endam biryara kişandina baweriyê erê bikin. Ji bo kişandina ewlehiyê jî divê 120 deng hebin. Li rex wê jî bi Meclisa Bilind a Dewletê re şêwirî û koordîne hebe ku tê payîn piştî du hefteyan ji pêşkêşkirina parlamantoyê ya ji vê daxwazê re, nêrîna xwe bide."

(eh)