​​​​​​​Dagirker ji vê baregehê êrişî gundê Dibis dike- BI DÎMEN

Di vî dîmenî de baregeha ku dewleta Tirk û çeteyên wê jê êrişî gundê Dibis ê Eyn Îsayê dikin xuya dibe. Her wiha cenazeyê çeteyekî ku di bersivdayîna QSD`ê de hatî kuştin jî xuya dibe.

​​​​​​​Dagirker ji vê baregehê êrişî gundê Dibis dike- BI DÎMEN
24 îlon, 2021   20:03
NAVENDA NÛÇEYAN

Di 22`yê Îlonê de saet di 03 :45`an de dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî gundê Dibis ê bakur rojavayê navçeya Eyn Îsayê kir û hewl da gund dagirk bikin û rêya M4 kontrol bikin.

Lê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bersiva vê hewldanê da û êriş têk bir, di encamê de 5 çete hatin kuştin û 4 din jî birîndar bûn.

Her wiha ji ber êrişê sivîlek şehîd bû û 5 din jî birîndar bûn.

Di dîmenekê de baregehe ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji wir êrişî gund dikin hat xuyakirin.

Her wiha di dîmenê de cenazeyê çeteyekî ku di berisvdayîna QSD`ê de hatibû kuştin xuya dibe li erdê ye û çete nikarîne wî bibin.

(şx)

ANHA