Plansaziya nû ya Îsraîlê… aborî li beramberî ewlehiyê, gelo wê pêk bê?

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yaid Lapid di vê dawiyê de plansaziyeke têkildarî rêbazên danûstandinên bi Xezayê re li ser esasê bazirganiya aborî û nermbûna rewşa jiyanî li Xezayê li bermaberî pêkanîna ewlehiyê bi Îsraîlê re, pêşkêş kir. Lê pisporan diyar kir ku guman hene ku ev plansazî bi ser nekeve û derfeta pêkanîna wê jî tune ye.

Plansaziya nû ya Îsraîlê… aborî li beramberî ewlehiyê, gelo wê pêk bê?
23 îlon, 2021   07:17
XEZA-OMER MUSA

Wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid di axaftina xwe de ya di kongreya navneteweyî ya salane ya têkoşîna li dijî terorê de ku ji aliyê paymengeha navneteweyî ya têkoşîna li dijî terorê ya zanîngeha Reichsmann a Herzliya ve li dar ketiye de plansaziya nû ya danûstandina bi Xezayê re ragihand.

Li gorî Lapid tê payîn plansazî li ser du qonaxan pêk were. Ya yekê li beramberî zaîfkirina hêza Hemasê û komên din bi rêya hêzên navneteweyî, çareserkirina xebatên jinûve avakirina Xezayê û pêşkêşkirina alîkariyên mirovê. Lê lapid rêbazên pêkanîna vê nuqteyê şîrove nekirin.

Li gorî Lapid di qonaxa duyemîn de rewşa li Xezayê veguhêzîne rewşeke baştir. Bi şerta ku Xeza û Hemas qonaxa yekemîn a plansaziyê qebûl bikin û desthilata Filistînê karûbarên Xezayê bi rê ve bibe. Her wiha di qonaxa duyemîn de wê projeya girva çêkirî li hemberî berava Xezayê were pêşxistin ku derfetê dide avakirina benderekê. Di wê çarçoveyê de li gel xurtkirina îstîsmara navneteweyî li Xezayê û projeyên aborî yên hevbeş bi Îsraîl, Misir û desthilata Filistînê re wê toreke peywendiyan di navbera Xeza û Difa Xerbiye de were avakirin.

Li gorî çavdêran, plansaziya Lapid li gorî helwesta navneteweyî û rêveberiya Amerîkayê ye ku banga sivikkirina zextê li Xezayê dikin. Hinek din jî diyar dikin ku ev plan di çarçoveya daxwaza aliyên Îsraîlê de ku nermbûneke aborî li Xezayê pêk bîne ku di encamê de rê li pêşiya gurkirineke leşkerî ji aliyê komên çekdar ên filistînê ve were girtin. 

`PLANSAZIYA LAPID RÊGEZA NÛ YA HIKUMETA ÎSRAÎLÊ YE`

Nêrînên pisporan têkildarî plansaziya wezîrê karên derve yê Îsraîlê Yair Lapid diyar dibin kêrhatîbûna wê û derfeta pêkanîna wê ji hev cuda ne. Di vê çarçoveyê de analîzvanê aborî û mudirê navenda lêkolînan a Pal Think Omer Şaban ji ajansa me re axivî û got: "Nêrîna Îsraîlê ya li hemberî lihevhatina Filistînê erênî bû ku xwest bendên planê li Xezayê bi çavdêriya desthialta Filistînê pêk bîne. Di vê planê de Îsraîl aborî bi agirbesta li Xezayê ve girê dide."

Şaban got ji nû ve pêşkêşkirina vê planê tê wateya îtîrafkirina neragihandî ya binkeftina siyasetên Îsraîlê di ragihandina dorpêç û meşandina rêgezeke nû de û wiha domand: "Lê desthilata Filistînê û Tevgera Hemas ev plan red kir."  

Şaban wiha pê de çû : "Lapid ji vê planê armanc dike ku Îsraîlê ne berpirsa azarên gelê Filistînê ye, lê belê lîderên wê berpirsên vê yekê ne. civaka navneteweyî girîngî da vê planê. Lapid karî piştigiriya civata navneteweyî bi dest bixe ku rêgezeke nû ya erênî ya Îsraîlê di vê planê de dît."

Li gorî Şaban hinek aliyê planê kêm in. Çarçoveyeke siyasî bi Îsraîlê re tune ye. Lapid bi awayekî eşkere ragihand plan ne li gorî çarçoveya çareseriya siyasî ya li ser bingeha hilweşandina her du dewletan e.

Şaban da zanîn ku pêdiviya plane bi siyaseteke xurt, aktîfkirina danûstandinan, rakirina dorpêçê ji ser Xezayê û hiştina lidarxistina hilbijartinên Filistînê heye. Lê diviyabû aliyê Filistînê jî ev yek bixwesta. Ji ber ev helwesteke erênî dê bi xwe re peyameke girîng ji civaka navneteweyî re li ser cidiyeta helwesta Filistînê bişîne û civaka navneteweyî li hember Îsraîlê bi kar bîne.

Xezayê ku tê de zêdetirî du milyon welatî hene azarên krîzên jiyanî û mirovî ji ber şer û rageşiyên leşkerî û dorpêça Îsraîlê ya ji 2007’an ve dikişînin.

(şx)

ANHA