Meclisên Eyn Îsa û Girê Spî komkujiyên dagirkeriya Tirk li gundê Dibis şermezar kirin

Meclisa Navçeya Eyn Îsa û Meclisa Kantona Girê Spî komkujiya ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê vê sibehê li gundê Dibis pêk anîne, şermezar kir.

Meclisên Eyn Îsa û Girê Spî komkujiyên dagirkeriya Tirk li gundê Dibis şermezar kirin
22 îlon, 2021   12:39
 EYN ÎSA

Meclisa Navçeya Eyn Îsa îro bi daxuyaniyekê komkujiya ku li gundê Dibis (15 km rojavayê navenda Eyn Îsa) pêk hatiye, şermezar kir.

Berdevka meclisê Werde Muslim bi amadebûna bi dehan endamên Meclisa Navçeya Eyn Îsa û Meclisa Kantona Girê Spî, daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komkujiya ku vê sibehê artêşa dagirker li gundê Dibis pêk aniye, hat şermezarkirin ku di encamê de sivîlek hatibû qetilkirin û 5 sivîl birîndar bûbûn.

Her wiha bêdengiya Rûsya û hikumeta Şamê li hemberî komkujiyên domdar ên li dijî sivîlan, hate şermezarkirin û wiha hate gotin: “Ew li herêmê ne da ku ewlehiya sivîlan li eniyên şer misoger bikin.”

Di dawiya daxuyaniyê de meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku destwerdanê bike û zextê li dewleta Tirk bike da ku komkujiyên xwe li dijî sivîlan rawestîne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku îro saet derdorê 04:00`ê berbangê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Dibis ê rojavayê Eyn Îsa kir da ku gund dagir bikin û li ser rêya M4 serwer bin. Lê belê şervanên QSD`ê bersiva êrişan dan û êriş têk birin.

Di êrişê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû, her wiha 5 sivîlên din birîndar bûn. Ji sivîlan navên Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83) û Terfa Merî El-Naşî, hatin naskirin.

Çeteyên dewleta Tirk her wiha milkên sivîlan talan kirin û bi dehan pezên wan dizîn.

Hêjayî gotinê ye di 6 rojan de, ev komkujiya duyemîn e ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên gund pêk tîne. Înê (17`ê Îlonê) jî komkujiyek pêk anîbûn û di encamê de 4 sivîl û di nav de zarokek şehîd bûbûn, 3 sivîlên din jî birîndar bûbûn.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9IPnIq0carU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>