Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 291 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 291 kesên din bi Koronayê ketine, 11 kesan jiyana xwe ji dest daye û 11 kes baş bûne.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 291 kesên din bi Koronayê ketin
22 îlon, 2021   12:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên kesên bi Koronayê ketine 173 mêr û 118 jin in.

Her wiha destnîşan kir ku 11 kes baş bûne.

Bi van daneyan re, heta niha li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 hezar û 579 kes bi Koronayê ketine, 863 kesan jiyana xwe ji dest daye, 2 hezar û 90 kes jî baş bûne.

(dx)