Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê: Em sozên derew ên dewleta Tirk qebûl nakin

Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û alîgirên wê bi bangên vegera li herêmên dagirkirî dixwazin êzidiyan bixapînin û got: "Bêyî vegera pêkhateyên dîtir ên herêmê û bêyî garantiya navneteweyî tu vegera êzidiyan tune ye."

Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê: Em sozên derew ên dewleta Tirk qebûl nakin
21 îlon, 2021   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevbendiya Êzdiyên Sûriyê (HÊS) têkildarî bangên dewleta Tirk a dagirker ên li êzidiyên ku vegerin warên xwe yên di bin dagirkeriyê de ne, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya alîgirên xwe hewl dide êzidiyên ji Serêkaniyê û Efrînê bixapîne. Vê yekê bi rêya lîstina bi hestên wan û sûdwergrtina ji daxwazên ên vegera li  warên xwe dike. Armanca dewleta Tirk  ji vê yekê ew e ku wêneya xwe li pêşiya civata navneteweyî xweşik bide xuyakirin û xwe wekî parêzvanê kêmneteweyên li herêmê nîşan bide, da ku rexneyên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan ên li ser xwe kêm bike.

Civaka êzidî baş dizane ku armanca dewleta Tirk ew e ku tevahî herêmên di bin serweriya wê de ji kêmneteweyên ne musilman paqij bike û bi israr li pey qirkirinên li dijî êzidî, suryan, ermen, asur û tevahî kêmneteweyên li Kurdistanê sekinî û hîn disekine.

Gelê me asta zulm û zora li dijî êzidiyên li Efrînê mane baş dizane. Ji ber ku li Efrînê tevahî malbat û kesayetên êzidî rûbirûyî sûc û kiryarên komên çete yên dewleta Tirk in. Mal û milkên êzidiyan desteser kirin, sivîl qetil kirin û bi armanca dayîna fîdyeyên mezin êzidî revandin û mezingeft li gundên êzidî ava kirin, her wiha perestgehên êzidî û gorên miriyên wan wêran kirin û kolandin û hîna jî sûc li dijî civaka êzidî berdewam in.

Piştî dagirkirina Efrînê rewşa Serêkaniyê ne cudatir bû, lê ya baş ew e ku êzidiyan karî di dema guncaw de koçber bibûna. Komên çete yên girêdayî dewleta Tirk tevahî mal û milkên êzidiyan desteser kirin, gorên êzidiyan bi buhaneya ew kafir in ku xaka mislimanan qirêj dikin, wêran kirin.

Em  Hevbendiya Êzidiyên Sûriyê tevahî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên vegeradina êzidiyan li herêmên dagirkirî red û şermezar dikin. Em dibêjin ku tu vegera êzidiyan bêyî vegera pêkhateyên dîtir ên herêmê ku şirîkên wan ên dîrok û pêşerojê ne, tune ye. Li gel wê jî divê vegereke tevahî ya bi lez hebe. Em qebûl nakin ku tu aliyek jiyana şêniyên me li gorî sozên dewleta Tirk ên derew bixe xeteriyê.

Em bang dikin ku divê komîteyeke ji pêkhateyên Serêkaniyê mîna komîteya ku li Efrînê ya (însiyatîfa Efrîn) ya ji bo vegerê û wergirtina garantiyên navneteweyî û çavdêriya wê hatiye avakirin, ava bibe da ku vegera tevahî şêniyan were ewlekirin."

(fr)

ANHA