Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 4 rûspiyên eşîran revandin

Çavkaniyên herêmî ji gundewarên Girê Spî ya dagirkirî ragihandin ku dewleta Tirk û çeteyên wê 4 rûspiyên eşîrên El-Bû Esaf û El-Bû Xemîs ji bajarokê El-Elî Baciliye revandin ku yek ji wan bi nexweşiya kenserê ketiye.

Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê 4 rûspiyên eşîran revandin
21 îlon, 2021   11:19
EYN ÎSA

Li gorî çavkaniyan, dagirkeriya Tirk û çeteyên wê duh êrişî bajarokê El-Elî Bacliyê kirin û 4 sivîlên bi navê Ismaîl Îsa El-Musa, Salih Xelîl El-Himiş, Xelîl Rehíl El-Hoş (eşîrê El-Bû Esaf) û Serhan Şêx Ehmed (eşîrê El-Bû Xemîs) revandin.

Çavkaniyan diyar kir ku hemû kesên hatine revandin ji rûspiyên eşîran û kesên temen mezin in.

Çavkaniyan daxuyand ku welatiyê bi navê Xelîl Rehîl El-Hoş bi nexweşiya kenserê ketiye.

 

(dm)

ANHA