Xwepêşandêran rêya Hewlêr-Kerkûkê girt

Xwepêşandana şêniyên taxa Topzawa ya Hewlêrê ya ji ber nebûna xebatên xizmetguzariyê dewam dikin. Xwepêşandêran rêya Helwêr-Kerkûkê girt.

Xwepêşandêran rêya Hewlêr-Kerkûkê girt
21 îlon, 2021   11:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Şêniyên taxa Topzawa ya bajarê Hewlêrê ji ber nebûna xizmetguzariyên wekî perwerde, tenduristî, av, rê û kanalîzasyonê îro jî xwepêşandan li dar xistin.

Xwepêşandêran rêya di navbera Hewlêr û Kerkûkê de girt. Xwepêşenderan kevir danîn ser rê û li ser cadeya sereke agir pêxist.

Şêniyên taxê duh jî bertek nîşan dabûn û zarokên xwe ji dibistanê derxistibûn.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IUm5yUm9ozw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>