Luqman Ehmê: Divê hikumeta Başûr helwesta xwe ji êrişên li dijî têkoşerên Kurd diyar bike

Luqman Ehmê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî têkoşerên Kurd diyar bike û got: "Divê aliyên kurdî yên ku hevkarî û xizmeta dewleta Tirk dikin zanibin ku ew ê bibin pariyek ji dewleta Tirk re."

Luqman Ehmê: Divê hikumeta Başûr helwesta xwe ji êrişên li dijî têkoşerên Kurd diyar bike
21 îlon, 2021   04:15
QAMIŞLO – EHMED SEMÎR

Endamê Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK`ê Yasîn Bulut (Şukrî Serhed) roja Înê li bajarê Silêmaniyê ji aliyê MÎT'ê Tirk ve hate gulebarankirin û di encama wê de şehîd bû.

Piştî êrişê saziyên ewlehiyê yên Silêmaniyê du daxuyanî dan. Di her du daxuyaniyan de destnîşan kirin ku wan agahiyên girîng li ser kuştinên ku di nava her du rojên borî de li Silêmaniyê rû dan, wergirtine û dê bi raya giştî re parve bikin.

Têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li dijî têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê, Hevserokê Partiya Kesk a Demokratîk Luqman Ehmê ji ANHA'yê re axivî.

'HEDEFGIRTINA TÊKOŞERAN  ARMANCEK STRATEJÎK A DEWLETA TIRK E'

Luqman Ehmê diyar kir ku hedefgirtina têkoşerên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye armaceke stratejîk a dewleta Tirk a dagirker.

Ehmê bang li her kesî kir ku ji siyasetên dewleta Tirk hişyar bin û wiha axivî: "Hedefgirtina têkoşeran ji aliyê dewleta Tirk ve li herêmên Rojava dest pê kir. Niha jî dewleta Tirk vê siyasetê li Başûrê Kurdistanê pêk tîne."

Ehmê got, êrişên ku dewleta Tirk pêk tîne ne li dijî partiyekê tenê ye.

'HEGER SIYASETÊN XWE DI BER ÇAVAN RE DERBAS NEKIN, WÊ BIBIN PARIYEK JI DEWLETA TIRK RE'

Ehmê wiha domand: "Divê aliyên kurdî yên xizmeta dewleta Tirk dikin zaninbin ku heger siyasetên xwe di ber çavan re derbas nekin ew ê bibin pariyek ji dewleta Tirk re. Em bang li aliyên kurdî dikin ku li dijî sîxurên ku dewleta Tirk ew li herêmê belav kirine, yekitiya xwe ava bikin. Ji ber ku çi serkeftin ji dewleta Tirk re dê gelê Kurd li pêşberî komkujî û qirkirin re rû bi rû bihêle."

DIVÊ HIKUMETA BAŞÛR HELWESTA XWE DIYAR BIKE

Luqman Ehmê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî têkoşerên Kurd diyar bike û ev tişt anî ziman: "Divê lêkolîn derbarê sûcdaran were kirin û hesab ji wan were xwestin. Tişta ku pêk anîne û aliyê ku destekê dide wan ji raya giştî re were eşkerekirin."

'ÇAWA RÊ LI PÊŞIYA DIJMINÊ GELÊ KURD VEDIKIN?'

Têkildarî beşdarbûna PDK'ê di êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk de, Luqman Ehmê diyar kir ku tişta ku çeteyên Leşkerên Roj dikin ne durist e û wiha pêde çû: "Çawa rê li pêşiya dijminê gelê Kurd vedikin? Çawa mayînên ku şervanên Kurd danîne da ku dewleta Tirk pêşde neçe û êrişî herêmên Tevgera Azadiya Kurdistanê nekin, radikin?"

Ehmê diyar kir ku rakirina mayînan ne erka wan ye, heger erkek wan hebe ew jî parastina şêniyên herêmên dagirkirî ye weke Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û şerê li dijî dewleta Tirk e. Luqman Ehmê bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Ne erka wan e ku êrişên hêzên Kurdistanê yên ku parastina mafên gelê Kurd têdikoşin, bike."

(bx)

ANHA