​​​​​​​Cibraîl Mistefa: Sûcên ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne, pêkanîna Mîsaqa Millî ye

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dikin û got: "Ev sûcên plankirî ne û bi çavdêrya MIT`ê têne kirin."

​​​​​​​Cibraîl Mistefa: Sûcên ku Tirkiyê li Efrînê pêk tîne, pêkanîna Mîsaqa Millî ye
20 îlon, 2021   23:38
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Ji dema ku artêşa Tirk û çeteyên wê bajarê Efrînê 18`ê Adara 2018`an ve dagirkiriye, li dijî niştecihên resen  sûcên hovane pêk tîne.

Leşkerên arêtşa Tirk û çeteyên wê li Efrîna dagirkirî sivîlan qetil dikin, direvînin û milkên wan talan dikin, îşkenceya fîzîkî û dirûnî li jinan dikin, guhertina demografîk pêk tînin, deverên dîrokî xirab dikin û siyasetên tirkkirinê ferz dikin. Bi vê yekê planên Osmanî û Mîsaqa Millî pêk tîne. Li aliyekî din bi hin aliyan di nav de ENKS'ê koçberên Efrînê bi kar tînin û hewl dide berxwedana şêniyên wê yên li Şehbayê bişkîne.

Beriya çend rojan, dîmenên çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra ya berê) û çeteyên DAIŞ`ê li gelek navçeyên Efrîna dagirkirî hatin weşandin. Li ser vê yekê hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa got, Efrîn bûye kaniya çeteyên tundraw û destnîşan kir ku dewleta Tirk bi van  kiryaran qanûnên navneteweyî bin pê dike û divê bi awayekî qanûnî, hesab jê were xwestin.

/kr/uploads/files/2021/09/20/181221_-.webp

Mistefa li ser sûcên ku li Efrînê têne kirin got: "Sûcên ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne ji qetilkirin, revandin, desteserkirina mal û milkên sivîlan, tecawizkirina jinan, talankirina şûnwaran û xirabkirina deverên dîrokî sûcên sîstematîk in û di serî de MIT`a Tirk çavdêriya wan dike. "

Mistefa îşaret pê kir ku sûcên li Efrînê têne kirin dikevin çarçoveya sûcên qirkirina komî û sûcên li dijî mirovahiyê û wiha dewam kir: "Hingî sûc li Efrînê pêk tên, êdî mirov nema dikare wesif û qanûnekî jê re bibîne."

Cibraîl Mistefa diyar kir ku ENKS`ê her tim li ser zimanê sekretêrê encumenê Ebdulekîm Beşar, sûcên ku dagirkeriya Tirk li dijî sivîlên Efrînê pêk anîne, rewa dike.

ꞌZÊDETIRÎ HEZAR ÇETEYÊN HEYET TEHRÎR EL-ŞAM LI EFRÎNÊ Û GUNDEWARÊN WÊ BI CIH KIRINEꞌ

Parêzer Cibraîl Mistefa îşaret bi komên terorîst ên ku dewleta Tirk di demên dawî de li gund û navçeyên kantona Efrînê bi cih kirine, kir û ev lê zêde kir: "Di vê qonaxa hesas de û piştî nakokî di navbera 'Odeya Ezim' û avakirina odeya Heyet Tehrîr Sûriye de derket, Tirkiye zêdetirî hezar çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam şand Efrîn û gundewarê wê."

Cibraîl Mistefa ev nirxandin kir: "Hîn jî berjewendiyên navneteweyî didomin, ji aliyên navneteweyî yê fermî ve peyman û piştgiriyên veşartî yê ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam re hene, isbata vê yekê jî; komeke ji rojnamevanên amerîkî bi serçeteyê Heyet Tehrîr El-Şam Ebî Mihemed El-Colanî re civiya, her wiha beşdarbûna komîteya îstixbaratê ya biyanî û hevdîtina wê ya bi El-Colanî re ye. Êdî Efrîn ji  komên terorîst ên tundrew re bûye devereke bi ewle." 

Di dawiyê de Cibraîl Mistefa got, dewleta Tirk a dagirker bi van sûcan armanc dike ku planên osmaniyan vegerînn û Mîsaqa Millî zindî bike.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qCHQLe2JRsY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>