ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-09-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 21-09-2021
20 îlon, 2021   23:00

-Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên Hesekê diyar kir ku ew nahêlin ku tu hêz ewlehî û aramiya herêmên wan bike hedef û dê li hemberî her êrişekê bisekinin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzgeha Humsê bûye kilîta rêya bazirganiya madeyên hişbir. Li hin deverên Humsê madeyên hişbir tên çandin, li hin cihên din jî kargehên taybet bi çêkirina hişbirê hatine vekirin. Her wiha Hums li ser sînorên Lubnan-Sûriyê ye, bi wê yekê bûye cihê komkirina hişbirê û şandina wan bi rêya bejahî yan deryayî ji welatên cîran re. (BI WÊNE).

KURDISTAN

- Malbatên şehîdan bertekên xwe li dijî şehîdkirina Şukrî Serhad (Yasîn Bulut) anîn ser ziman û diyar kir ku êriş li dijî saziyên malbatên şehîdan hatiye kirin û got em ji doza xwe venagerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Luqman Ehmê bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku helwesta xwe ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî têkoşerên Kurd diyar bike û got: "Divê aliyên kurdî yên ku hevkarî û xizmeta dewleta Tirk dikin zanibin ku ew ê bibin pariyek ji dewleta Tirk re." (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Parêzerekî êzidî li ser nêzîbûna civaka êzidî ya li Iraqê ji PDK'ê hişyarî da û wekî nêzîbûneke ji bo wergirtina dengan di hilbijartinên parlementoya Iraqê de bi nav kir û got: "Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrişî Şenaglê kir hêzên PDK`ê vekişiyan û êzidî bi komkujiyan re rû bi rû hiştin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANALÎZ

- Beriya du salan, dema ku Erdogan çû bajarê New Yokê yê Amerîkayê da ku beşdarî civîna 74'an a Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî bibe nexşeyek bi xwe re bir. Ev nexşe plana qirkirina kurdan bû. Lê li hemberî wê tu kes gotinek nekir. Ev dîmen careke din dûbare dibe, serokkomarê Tirk Recep Teyyîp Erdogan careke diçe Neteweyên Yekbûyî û bi xwe re nexşeyeke li ser dever "Xirab Reşik" dibe ku wekî beşek ji mîrateya Anadolê diyarî sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres dike. Guterres diyariyê qebûl dike.

POLÎTÎKA

- Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Herêma Efrînê Cibraîl Mistefa diyar kir ku sûcên ku artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dikin û got: "Ev sûcên plankirî ne û bi çavdêrya MIT`ê têne kirin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Çalakvaneke qanûnî bang li rêxistin û komeleyên jinan ên herêmî û cîhanî kir ku ji bo teşhîrkirina rastiya dewleta Tirk û darizandina wê li ser sûcên ku li dijî jinên efrînê pêk tîne xebateke xurt pêk bînin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Rêveberiya Giştî ya Sotemeniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gelek herêman beşa yekemîn a belavkirina mazotê li malbatan bi dawî kir. Hin şêniyan li ser mekanîzmeya belavkirinê rexne kirin û xwestin ku belavkirin baş bi rêve biçe. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA