Îsraîlê 2 girtiyên din ên ji girtîgeha Celbû reviyabûn girtin

Hêzên ewlehiya Îsraîlê piştî ku êrişî Cenîn kir, girtiyên bi navê Sîran Eyhem Kemmcî û Mûnadil Enfîat ên ku ji girtîgeha Celbû bakurê Îsraîlê reviyabûn, girtin.

Îsraîlê 2 girtiyên din ên ji girtîgeha Celbû reviyabûn girtin
19 îlon, 2021   10:31
XEZA

Ewlkariya Giştî ya Îsraîlê ya bi navê “Şabak” daxuyaniyek da û ragihand ku wan mala ku her du girtî tê de bûn  diyar kirin û piştre bi ser malê de girtin.

Beriya 2 hefteyan 6 girtî ji girtîgeha Celbû ya bakurê Îsraîlê bi rêya tonelekê reviyabûn.

Beriya niha jî Îsraîlê 4 girtî li bajarê El-Nasira girtin. Bi vî awayî Îsraîlê hemû girtiyên ku reviyabûn, girtin.

(dm)