​​​​​​​Hunermendên Reqayê: Êşa koçberên Efrînê veguheriye çirûska vejandina çandan

Hunermendên ji bajarê Reqayê di Mîhrîcana Hawarê ya kantona Şehbayê de piştrast kir ku şêniyên Efrînê yên koçber, bi berxwedana xwe şert û mercên dijwar veguherandine çirûskeke ji bo vejandina çandan.

​​​​​​​Hunermendên Reqayê: Êşa koçberên Efrînê veguheriye çirûska vejandina çandan
18 îlon, 2021   07:10
ŞEHBA- EÎRAS ÎBRAHÎM

Gelek hunermend û endamên Tevgera Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, beşdarî çalakiyên Mîhrîcana Hawarê ya Stranan a Sêyemîn a li Şehbayê bûn.

Hunermendên Reqayê berî destpêkirina mîhrîcanê, serdana 5 kampên li Şehbayê kir. Bi taybet Kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ku bûye mînaka berxwedanê.

Der barê vê yekê de, hevserokê Komîteya Çand û Hunerê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Fîras Remezan got: "Mîhrîcana Hawar xwedî dîrokeke dewlemend e berî dagirkirina bajarê Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve û israra koçberên Efrînê yên li Şehbayê peyameke eşkere ya berdewama vejandina mîrata kurdî bi rêya mîhrîcanê."

Remezan diyar kir ku wan bi rêya vê mîhrîanê xwest şahiyê bi şêniyên Efrînê yên koçberkirî re parve bikin.

Remezan bal kişand ser hezkirin, biryardarî, berxwedan û birêxistinbûna şêniyên Efrînê û got: "Xweşikbûn û rêxistina li kampan û hezkirina malbatên ku li cihekî kom bûne, nayê vegotin. Mîna ku ew yek malbat bin. "

Fîras Remezan wiha bi dawî kir: "Girêdana koçberên Efrînê ya bi çand û mîrata xwe ve li dijî dagirkeriya Tirk û israra vegera li Efrîna rizgarkirî, berxwedaneke bi serê xwe ye."

Hunermend Nematellah Teman jî got: "Beşdariya me di Mîhrîcana Hawarê de dê bi pêşkêşkirina stranên ji mîrata erebî û folklora Reqayê be, her wiha straneke kurdî wekî diyariyeke ji bo gelê Kurd û koçberên Efrînê dê were pêşkêşkirin. "

Teman piştrast kir ku armanca wan a serdana Şehbayê ew e ku gelên Kurd û Ereb çandên hev nas bikin.

Hunermend Malik El-Yetîm bal kişand ser projeya biratiya gelan û pevguherîna şaristanî û çandan di navbera gelên herêmê de. E-Yetîm piştrast kir ku Kurd û Ereb ji berê de bira ne û kes nikare cudahiyê bixe navbera wan.

Malik El-Yetîm kêfxweşiya xwe bi pêşwazîkirin û dan û standina koçberên Efrînê, anî ziman.

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mYzLesPFjsY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>