​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Iraqê dê tev li civîna Meclisa Hevkariyê ya Kendavê bibe

Li ser vexwendina sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê ya Kendavê wezîrê karên derve yê Iraqê Fuad Hisên gihaşt Erebistana Siûdî da ku tev li civîna wezîrên karên derve yên dewletên endamên meclisê bibe.

​​​​​​​Wezîrê karên derve yê Iraqê dê tev li civîna Meclisa Hevkariyê ya Kendavê bibe
16 îlon, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Karên Derve ya Iraqê îro bi daxuyaniyekê ragihand ku tê payîn ku di civîna wezîran de gelek dozên girêdayî herêmê, têkiliyên di navbera dewletên cîranên meclisê û dozên herêmî û navneteweyî werin nîqaşkirin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iraqê di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Hisên dê behsa encamên civîna li Bexdayê ya hevkariyê, bandora wê ya li ser têkiliyên derve, rewşa siyasî û ewlehiyê li Iraqê û hilbijartinên pêşwext û girîngiya wê ji bo herêmê û Iraqê bike. Dê têkiliyên aborî û bazirganî bibin mijarên sereke yên civînê.

Her wiha Hisên dê civînên dualî bi gelek wezîrên karên derve yên dewletên Kendavê re li dar bixe.

(şx)